Ji bo parastina zeviyan rewşa awarte hate ragihandin

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ji bo parastina zeviyan di mewsima çinînê de, rewşa awarte ragihand ku ji îro de dest pê dike.

Ji bo parastina zeviyan rewşa awarte hate ragihandin
30 gulan, 2023   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rewşa Awarte ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina mekanîzmeyên parastina zeviyan di mewsima çinînê de, civînek li dar xist.

Piştî civînê komîteyê belavokek derxist ku tê de rewşa awarte ragihand ku ji îro de destpê dike.

Belavoka komîteyê wiha ye: “Ji ber ku mewsima çinînê dest pê kiriye û metirsiyên derketina şewatan zêde bûye, hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê seferberî ragihand ku ji îro ve dest pê dike. Wê tevahî komîteyên rewşa awarte û saziyên rêveberiyê di seferberiyê de bin da ku zeviyan û hilberînan ji şewatan werin parastin.

Em bang li cotkaran û gelê xwe dikin ku amade bin, li ber zeviyên xwe nobetê bigirin û wan biparêzin ji bo ku bi hev re mewsima çinînê bê zirar, bi qedînin.”

(şx)