Konferansa 1`emîn a Nivîsgeha Kombûna Jinan li Dêrazorê li dar ket

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya li herêma Seba Kîlo ya Dêrazorê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.

30 gulan, 2023   15:38
DÊRAZOR

Konferans li hola Meclisa Sivîl a Seba Kîlometr li dar xist. Di konferansê de endmaên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya, nûnerên saziyên sivîl û xwecih ên Dêrazorê beşdar bûn.

Endama Desteya Rêveberiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Dêrazorê Şehrezad El Casim axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Şehrezad got: “Em ji bo azadiyê û tunekirina terorê, têkbirina zihniyeta baviksalarî ku hewl dide vîna jinan di tevahî qadên jiyanê de kontrol bike, tê dikoşin.

Dûre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê endama nivîsgeha kombûnê Sena El Casim ve hatin xwendin.

Piştî wê, rapora du salan a kar û xebatên kombûnê ji aliyê berdevka kombûnê Xîtam El Salih ve hat xwendin û têkildarî wê sinevizyonek hate pêşandan.

Her wiha endaman rêziknameya kombûnê nîqaş kir û bendên wê erê kirin.

Di konferansê de Nivîsgeha Koordînasyona Jinan ji 3 endaman û Meclisa Jinan a Dêraozrê ji 14 endaman hatin avakirin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû ku bendên wê wiha ne:

Zêdekirina hemleyên zanabûn, perwerdeyê û akademiyan.

Firehkirina projeyên çandiniyê, koperatîfan ji bo piştgiriya jinan û jinebiyan.

Meşandina têkoşînê ji bo pêkanîna qanûna malbatî.

Destpêkirina hemleyên li dijî narkotîkê û zewicandina zarokan.

Meşandina têkoşînê li hember tevahî cureyên tundiya li ser jinan.

Lidarxistina semîner, panel û komxebatan têkildarî çareserkirina pirsgirêkên civakî bi beşdariya tevahî nivîsgehên jinan.

(dm/şx)

ANHA