Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Hesekê 74 şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîd hatin bibîranîn
30 gulan, 2023   11:55
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo 74 cangoriyên ku di meha Gulanê de şehîd bûne, merasîma bîranînê li dar xist. Merasîm bi beşdarbûna girseyeke mezin a malbatên şehîdan li Hola Serdem a taxa Mişêrfê ya Hesekê li dar ket.

Di merasîmê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Moro axivî û bal kişand ser berxwedana şehîdan û got: "Şehîdan xeta berxwedanê hilbijart û ji bo rizgarkirina gelê xwe ji zilmê, canê xwe feda kir."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Ala Hesekê jî got şehîdan di rêya rizgarkirina xaka xwe ji diminan de, berdêlên giranbiha dan.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyoneke wêneyên 74 şehîdan hat pêşandan.

(bb)

ANHA