YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir

Serokê YSK'ê Ahmet Yener, daxuyand ku heya niha ji sedî 99.43'yê sindoqan hatiye vekirin û got: "Li gor encamên heyî Tayyîp Erdogan ji sedî 52.14 û Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47.86'ê rayan wergirtiye."

YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
28 gulan, 2023   20:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan Mezopotamyayê ragihand ku serokê YSK'ê Ahmet Yener têkildarî encamên hilbijartinê de daxuyanî da. Yener daxuyand ku heya niha ji sedî 99.43'yê sindoqan hatiye vekirin û got: "Li gor encamên heyî Tayyîp Erdogan ji sedî 52.14 û Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47.86'ê rayan wergirtiye."

Yener, li gor encamên heyî Erdogan wekî serokkomar îlan kir.