Îsraîlê baregehên Hizbullah ên li Şamê kirin hedef

Artêşa Îsraîlê duh bi şevê baregehên Hizbullah ên li Şamê kirin hedef. Di encamê de ziyanên mirovî û madî çêbûn.

Îsraîlê baregehên Hizbullah ên li Şamê kirin hedef
29 gulan, 2023   06:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê du caran baregeha hêzên parastina hewayî ya Hizbullah ên li herêma Hefrîna Jorîn a gundewarê Şamê û herêma balafirgeha Şamê ya Navneteweyê bi moşekan topbaran kirin.

Li gorî SOHR, dibe ku moşekek li nêzî garaca Mesakin a Rais El Nebi ji aliyê pergala parastina hewayî ya Şamê ve hatibe xistin.

SOHR, diyar kir ku piştî êrişê ambulas tavilê berî dan cihê bûyerê û birîndar rakirin.

Ajansa nûçeyan a ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku baregehên li başûrê rojavayê Şamê hatin hedefkirin û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî got: "Îsraîlê ji aliyê Cotalan Sûriyayîya dagirkirî ve êrişek li dijî nuqteyên li derdora Şamê pêk anîn. Pergala me ya parastina hewayî bersiva moşekên dijmin dan û hinek jê xistin."

(bb)