MSD: Normalîzekirina erebî gaveke erênî ye heke hewldanek ji bo bidawîkirina aloziyê be

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê ya Efrîn û Şehbayê ji bo nîşqakirina bandorên normalîzekirina erebî li rewşa herêmî, sûriyeyî û xwecih a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek li dar xist.

25 gulan, 2023   14:03
ŞEHBA

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Efrîn û Şehbayê li hola kampa Serdemê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê panela xwe li dar xist.

Siyasetmedarên serbixwe, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl ên kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê tev li panelê bûn.

Ji bo birêvebirina panelê, dîwanek hat avakirin ku ji cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî, hevseroka MSD`ê ya Efrîn û Helebê Bêrîvan Elî pêk hat.

Mihemed Elî behsa rewşa siyasî li cîhanê, rewşa aborî ya paşketî, nakokiyên hêzên mezin li ser birvebirina cîhanê, şerê li Ukraynayê, hevalbendiyên Rûsya, Çîn û Îranê û planên Amerîkayê li herêmê kir.

Mihemed Elî îşaret bi normalîzekirina erebî ya dawî bi hikumeta Şamê re û lûtkeya erebî ku Siûdiye li Ceddayê li dar xistiye û piştî zêdetirî 12 salan cara yekê ye ku Sûriye tev li dibe, hilbijartinên Tirkiyeyê, hewldanên Erdogan ji bo ku bi hikumetê re normalize bike, kir û got: “Rasiya li ser erdê berovajî ku dixuye. Lihevkirinên di bin masayan de çêdibin, bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser û dorpêçkirina wê ye.”

Mihemed Elî destnîşan kir ku platfoma çareseriya aloziya Sûriyeyê ye û got: “Hewldanên wê ji bo sepandina ewlehiyê, aştiyê û bidawîkirina aloziyê û desrxistina welê ji tartiya 12 salan, li ber çav in.”

Mihemed Elî diyar kir ku normalîzekirina erebî bi hikumeta Şamê re, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê gaveke erênî ye û ev normalîzekirin heke hewldanek ji bo bidawîkirina aloziyê û dîtina çareseriyeke giştî ye.

Di dawiya panelê de, beşdaran nêrînên xwe der barê navaroka panelê parve kirin.

(şx)

ANHA