​​​​​​​QSD: Me 2 ajanên MIT`ê girt

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku 2 sîxurên dewleta Tirk a dagirker ku di ragihandina agahiyan li ser cihên leşkerî yên QSD`yê yên li Til Temirê, Zirgan, Amûdê û Dirbêsiyê de hene.

​​​​​​​QSD: Me 2 ajanên MIT`ê girt
25 gulan, 2023   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî girtina her du sîxuran daxuyaniyek weşand.

Agahiyên navendê ragihandine wiha ne:

“Yekîneyên taybet ên me di çarçoveya erkên xwe yên leşkerî û ewlekarî yên ji bo şopandina şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê û pûçkirina şaneyên sixuriyê yên girêdayî dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, 2 sixurên ku ji bo MIT a Tirk dixebitîn girtin.

Her du sîxuran ji bo bidestxistina zanyariyan der barê cihên hêzên ewlekarî, leşkerî û navendên saziyên Rêveberiya Xweser de, ji bilî şopandina fermandarên hêzên me dixebitîn û beramberî wê pere ji dagirkeriyê digrtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku bi her du çeteyan re hat kirin de, tevlîbûna wan di ragihandina agahî û koordînatên cihên leşkerî yên girêdayî meclisên leşkerî yên QSD`ê li Til Temr, Zirgan, Amûdê û Dirbêsiyê ku herî dawî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibûn bombebarankirin û di encamê de gelek şervan şehîd bûn, qebûl kirin û li xwe mikur hatin.

Her wiha li xwe mukur hatin ku wan agahî li ser tevgera hin fermandarên hêzên me û nasnameya wan dane MIT`a Tirk, ku yek ji wan fermandaran Rêzan Gulo bû ku di dawiya sala 2022`yan de rastî hewldaneke suîqestê ji aliyê balafireke bêrmirov a dewleta Tirk hatibû. Wan çeteyan li xwe mikur hatin ku destê wan di bûyerê de hebû.

Çeteyê sixur Îlyas Mihemmed El-Rahîl ê di sala 1997’an de li Dirbêsiyê ji dayîk bûye û ji aliyê hêzên me ve hate girtin û tev li gelek çalakiyên sîxuriyê bûye, di lêpirsîna li gel wî hat kirin de li xwe mikur hat ku wêne û koordînatên bi dehan cihên leşkerî û xizmetguzariyê yên li Zirganê, Amûdê û Dirbêsiyê ji dagirkeriya Tirkiyê re şandiye. Piştî kontrolkirina agahî û koordînatên ku ji aliyê ajan Îlyas ve hatine pêşkêşkirin, nîşan dide ku di heyama dawî de gelek ji wan cihan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine bombebarankirin.

Çete EL-Rehîl li xwe mikur hat ku wî tevgera hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo şopandiya û bi MIT`a Tirk re parve kiriye.

Çeteyê bi navê Îlyas El-Rahîl li xwe mikur hat ku çûye Tirkiyeyê û bi endamên îstîxbarata Tirkiyeyê re hevdîtin pêk aniye û li hemberî pereyan hevkariyê pêşkêşî wan kiriye.

Çete û sîxurê bi navê Hemîd Xelîl El-Ehmed ê di sala 1998`an de li Xerza yê Amûdê ji dayik bûye, wî di dema lêpirsîna xwe de li xwe mikur hat ku rasterast pêwendiya wî bi endamekî îstixbarata Tirkiyê re hebûye û wî zanyariyên girêdayî zêdetirî 20 cihên leşkerî, ewlekarî û saziyên Rêveberiya Xweser yên li bajarokên Zirgan, Amûdê û Dirbêsiyê şandine ji MIT`ê re, ku yek ji wan navendên li gundê Xereze  ye û di encama bombebarana balaifrên dewleta Tirk de 2 şervanên Erka Xweparastinê li wê derê şehîd bûbûn.

Hêzên me piştî lêpirsîna bi herdû sîxuran re, ew radestî Edaletê kirin.”

(şx)