Kongra Star a Beyrûtê piştgiriya xelkê Mexmûrê kir

Kongra Star a Lubnanê piştgiriya xelkê Mexmûrê kir û bang li gelê Kurd û dostên wî kir ku piştgiriya wan bikin.

Kongra Star a Beyrûtê piştgiriya xelkê Mexmûrê kir
24 gulan, 2023   17:39
BEYRÛT

Kongra Star a Beyrûtê civînek li dar xist û hewldanên dorpêçkirin û têlkirina kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve şermezar kir.

Gelek endamên kongrayê tev li civînê bûn ku tê de dauxyaniyekê hat dayîn.

Endama Kongra Star Lava Bekir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em baş dizanin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişna hewl dide ku vîna gel û jinên berxwedêr bişikîne û vebijêrka wan a rizgarkirinê û wekheviyê tune bike. Lê jinên mexmûrî hemû planên li dijî kampê têk birin. Em di wê baweriyê de ne ku dê vê planê jî têk bibin.

Em piştgiriya xelkê xwe yê Mexmûrê dikin. Em bang li gelê Kurd û dostên wî dikin ku piştgiriya pêwîst nîşan bidin da ku planên hikumeta Tirkiye û PDK`ê têk biçin.

Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku bi planên Tirkiyeyê neyê xapandin û rêbazên çareseriya siyasî bide pêş ji bo ku wan pirsgirêkan bi diyaloga aştiyane çareser bikin, ewlehiya xelkê kampê dabîn bikin. »

(şx)