Kongra Star ji bo Nûra Hena peyama sersaxiyê da

Kongra Star ji ber wefata endama Dîwana Hevserokatiyê ya Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Nûra Hena, peyama sersaxiyê da.

Kongra Star ji bo Nûra Hena peyama sersaxiyê da
24 gulan, 2023   12:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Duh endama Dîwana Hevserokatiyê ya Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Nûra Melekî Hena wefat kir. Meclisa Kongra Star bi vê boneyê peyama sersaxiyê da.

Di peyamê de hat gotin ku Nûra Hena ji destpêka şoreşa Rojava de di nava saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de kar kir, ji bo meclisa navçeya Qamişloyê hat hilbijartin, piştre jî wek endama Dîwana Hevserokatiyê ya Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê peywir girt, her wiha endama Yekitiya Jinên Suryan bû.

Di dewama peyamê de hat gotin ku Nûra Hena di xurtkirin û belavkirina fikrê neteweya demokratîk de bi rolek girîng rabû.

Kongra Star di dawiya peyama xwe de sersaxî ji malbat û hevrêyên Nûra Hena re xwest.

(c)