​​​​​​​Qelecî: Tevî têbiniyan lê beyannameya dikare bibe rêgezên di ser destûrê re

Mistefa Qelecî destnîşan kir ku projeyên domdar ên dagirkirinê û tevgerên bilez li dijî Sûriyeyê hene. Her wiha got, çareseriya yekane, diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ye. Qelecî diyar kir ku tevî têbiniyên li ser beyannameya Rêveberiya Xweser, lê dikarin bibin rêgezên di ser destûrê re.

​​​​​​​Qelecî: Tevî têbiniyan lê beyannameya dikare bibe rêgezên di ser destûrê re
23 gulan, 2023   00:37
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Di çend rojên dawîn de, vegerandina Şamê li Komkara Erebî û tevlêbûna şandeya wê di lûtkeya Ceddayê de, çêbû. Tevî ku di lûtkeyê de banga çareserkirina aloziya Sûriyeyê hat kirin, lê encamnameya wê ne diyar bû di vî warî de. Di lûtkeyê de diyar bû ku nakokî di navbera dewletên erebî de heye ku serokê Îmaratê û serokê Cezayîrê lê beşdar nebûn û mîrê Qeterê jî, ji civînên lûtkeyê zû derket.

Li gel van geşedanan, nakokiya erebî-erebî, hevrikiya di navbera normalîzekirina erebî û tirkî de bi Şamê re, helwesta Amerîka û rojava ya nezelal li hemberê, nîşan didin ku rewş aloztir dibe. Derfeta çêbûne hevrikiyeke din di navbera hêzên destwerdana Sûriyeyê kirine de, heye.

Di nava vê aloziyê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî, beyannameyek ragihand. Gelek partî û kesayetên sûriyeyî beyanname bi erênî nirxand lê hin hêz û kesayetên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êriş wê kir.

BÛYERÊN BILEZ

Muxalifê sûriyeyî û sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşketina Sûriyeyî Mustefa Qelecî got: “Li ser asta herêmî û navneteweyî, li herêmê bûyer bi lez rû didin. Hemû dixwazin ji xwe re cihekî peyda bikin. Bi rêya wê berjewendiya xwe pêk bînin. Tevgera dawîn a Çînê, lihevanîna Erebistana Siûdî û Îranê piştî ewqas sal ji dijberiya neyekser bi rêya şerê li Yemenê. Li aliyê din Rûs hene ku fişar dikin lihevkirineke nû ya sûriyeyî-tirkî pêk were. Ji bow ê ya herî girîng berjewendiyên wê bi rêya vê lihevkirinê li Tirkiyeyê pêk werin.”

PROJEYÊN BERDEWAM ÊN DAGIRKIRINÎ Û ÇARESERÎ TENÊ BI RÊYA DIYALOGA SÛRIYEYÎ-SÛRIYEYÎ PÊKAN E

Qelecî diyar kir ku niyetên Tirkiyeyê diyar in, ew dev ji projeya xwe ya tirkirina bakur rojavayê Sûriyeyê bernade û wiha domand: “Dixwaze bi tevahî rêbazên li ber dest, vê armancê bi dest bixe. Ji ber wê sûdê ji fişara Rûsyayê li ser sûriyeyan digire. Berjewendiyên Rûsya-Tirkiye ji berjewendiyên gelê Sûriyeyê ku herêmên wan ji destê Tirkiyeyê bên rizgarkirin, girîngtir e.”

Li gorî Qelecî, projeya taybet a Îranê heye ku dixwaze li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk bîne û got: “Xêncî piştgiriya hevdu tu çareserî li pêşiya gelê Sûriyeyê tune ye. Divê dest bi diyalgoê bikin, berjewendiyên nîştimanî di ser her tiştî re bigirin. Divê dagirkeran ji vê diyalogê dûr bixin, deriyên girtî li pêşiya hev vekin, zimanê aqilê û berjewendiya nîştimanî bidin pêşîn.”

TEVÎ TÊBINIYAN BEYANNAME DIKARE BIBE RÊGEZÊN DI SER DESTÛRÊ RE

Der barê beyannameya Rêveberiya Xweser de, Qelecî wiha axivî: “Me dixweset ku beyanname ji vê zûtir bihata pêşkêşkirin yanî beriya însiyatîfên din. Mijara din jî dibe ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ku sîwana siyasî ya tecrubeya Rêveberiya Xweser e beyanname derxistibe, lê dema ji aliyê hêzeke siyasî ve ku nûnertiya hemû hêzên siyasî li herêmê dike, derkeve girîngtir e ku ji aliyê desteyeke rêveber ve ku ji karmendên girêdayî wan hêzan derkeve. Tevî wê jî, lê dikare bibe kilîta çareseriya Sûriyeyê. Her 9 bendên wê, heta radeyeke mezin nêzî bendên însiyatîfa muxalefeta hundirîn ku li Cinevê pêşkêş kiriye. Em dikarin bêjin ku ev bend dikarin bibin rêgezên jorî destûrî û bibe bingeha diyaloga di navbera sûriyeyiyan de.” 

LI GORÎ HÊVIYÊN SÛRIYEYIYAN E… ŞOPANDINA KONGREYÊN RIMÊLAN Û EYN ÎSAYÊ

Qelecî di nav axaftinên xwe de, gelek peyam ji raya giştî û aliyên Sûriyeyî re şand û got: “Divê her kes berjewendiyên nîştimanî yên sûriyeyiyan bidin pêş. Di wê de bi lez bikin bi rêya şopandina diyalogên berê ku bi rastî ji kongreya Rimêlanê heta yekemîn û duyemîn kongreya Eyn Îsayê dest pê kir. Divê hêzên siyasî yên tev lê bûne, di ber çavan re derbas bikin û li gorî daxuyaniyên wan kongreyan dest bi avakirinê bikin. Ev daxuyanî li gorî hêviyên sûriyeyiyan e bi taybet ên der barê rizgarkirina axa Sûriye ji dagirkeran û parastina yekitiya wê.”

Qelecî bang li hêzên siyasî yên li welêt kir ku piştgiriya beyannameyê bikin, derfetên rastîn peyda bikin ji bo ku diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bi ser bixin, bigihêjin çareseriyekê ku li gorî hemû sûriyeyiyan e.

DIVÊ DEWLETÊN EREB PIŞTGIRIYA DIYALOGA CIDÎ YA DI NAVBERA SÛRIYEYIYAN DE BIKIN

Der barê vegerandina Şamê li Komkara Dewletên Ereb de Qelecî got: “Ev mijar divê li gorî çareseriya sûriyeyî be ku bingeha wê diyaloga cidî û rastîn di navbera sûriyeyiyan de beyî mudexeleya hêzên navneteweyî yan jî erebî. Sûriyeyî jêhatî ne û bi hesareta vê ne. Ereb jî divê erka xwe bikin ku piştgiriya sûriyeyiyan bikin da ku aloziya tê de, bi dawî bikin. Alîkariya sûriyeyan bikin bi rêya vekişandina destwerdanên xwe di Sûriyeyê de ku piştgiriya komên çekdar ên dewleta Tirk a dagirker dikin.”

Qelecî destnîşan kir ku ji bo ku bên efûkirin ji ber kiryarên bi sûriyeyiyan kirine, divê dewletên ereb destekê bidin hêzên siyasî yên nîştimanî yên li Sûriyeyê ku Rêveberiya Xweser di nav wan hêzan de ya herî girîng e.

DIVÊ DEWLETA SÛRIYE Û HÊZÊN SIYASÎ PIŞTGIRIYA BEYANNAMEYA RÊVEBERIYÊ BIKIN

Qelecî ev li gotinên xwe zêde kir: “Em hêvî dikin ku dewleta Sûriye, hilgirê vê projeyê be. piştgiriya wê bikin. niyatên wê eşkere bin ku berjewendiyên sûriyeyiyan di parastina yekitiya xwe de piştrast bike. Divê normalîzekirin ne li ser hesabê gelê Sûriyeyê be. Divê piştgiriya şertên ku dewleta Sûriyeyê ji bo vê normalîzkirinê danîne, bike û ava çemên Dîcle û Firatê berde, lihevkirinên di navbera her du dewletan de pêk bîne, rêzê ji peymanên navneteweyî re bigire, êrişên leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.”

Di dawiyê de Qelecî got: “Em hêvî dikin ku hêzên sûriyeyî berjewendiyên nîştimanî di ser her tiştî re bigirin û wan pêk bînin. Sûriyeyî gelek êş kişand û layîq in ku bigihêjin hêviyên xwe, ewlehî, aramî pêk were û axa wan rizgar bibe. penaber vegerin warên xwe û demografiya ku dagirkera Tirk dike, bidawî bibe.”

(şx)

ANHA