ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-5-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-5-2023
22 gulan, 2023   23:00

Hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ew ê doza Rêber Abdullah Ocalan bikin dozeke cîhanî û bang li hemû hiqûqnasan kir ku bi yekrêziyekê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkoler Ebdulmesîh El Şamî destnîşan kir ku daxuyaniyên hikumeta Şamê yên derbarê erêkirina biryara navneteweyî ya 2254 hewldanên wê yên nêzîkbûna ji vebijêrkên Amerîkî ne, ku êdî hikumeta Şamê dixwaze ji biryar û vebijêrkên Rûsyayî dûr bikeve. (BI WÊNE)

Mistefa Qelecî destnîşan kir ku projeyên domdar ên dagirkirinê û tevgerên bilez li dijî Sûriyeyê hene. Her wiha got, çareseriya yekane, diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ye. Qelecî diyar kir ku tevî têbiniyên li ser beyannameya Rêveberiya Xweser, lê dikarin bibin rêgezên di ser destûrê re. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê, xaleke guhertina siyaseta Tirkiyeyê bû. Çi li ser asta hundirîn yan jî derve. Tirkan bi dengdayîna cezayî li dijî serokkomarê Tirk yê niha Recep Tayyîp Erdogan xuya kirin ku ji siyasetên wî ne razî ne. (BI WÊNE)

Piştî ku li gelek dewletan geriya, Mustefa Şerîf vegeriya welatê xwe. Tê de dar çandin û aramiya xwe tê de dît. Mustefa got: "Xak ji bo me dayika rastîn e, wê biparêzin û bi daran bixemilînin da ku tabloya jiyanê bi wê temam bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêwekaran diyar kir ku li gel hunerên din, şêwekarî rêbaza baş a derbirîna hestên jinan a dûrî kevneşopên civakê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombûna Jinan a Zenûbya ji bo şermezarkirina hewldanên artêşa Iraqê ya dorpêçkirina Kampa Mexmûrê daxuyaniyek li goristana şehîdan a Tebqayê dide saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Iraqê li dijî Kampa Mexmûrê xwepêşandanek li dar dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrazorê şehîdên meha Gulanê li bajarokê Hecîn bi bîr tînin saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA