​​​​​​​Ciwanên Dirbêsiyê ji bo xelkê Mexmûrê daketin kolanan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Dirbêsiyê xwepêşandanek li dar xist û dorpêçkirina Kampa Mexmûrê şermezar kir û diyar kir ku piştgiriya berxwedana xelkê kampê dikin.

22 gulan, 2023   18:15
 HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê tev li xwepêşdana ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeyê ji bo şermezarkirina, dorpêçkirina Kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve li dar xistiye bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya mizgefta El Hac Sultan dest pê kir û li sûka navendî rawestiya û veguherî mitingê. Xwepêşandêran alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên “Cenga azadiyê bi ser bixin” hildan.

Di mitingê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Nûr Ebas bi navê tevgerê, daxuyaniyek da û got: “Xelkê Mexmûrê ji 30 salan ve ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker êş dikişînin. Niha jî hikumeta Iraqê hewl dide dorpêçeke tengav li niştecihan ferz bike li şûna ku pêwîstiyên wan ên jiyanî peyda bike û xebatan ji wan re pêşkêş bike.

Li hember van hewldanan jî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî bêdeng in.

Em piştgiriya xelkê Mexmûrê dikin û bang li wan rêxistinan dikin ku erkên xwe li hember wan bînin cih.

(dm/şx)

ANHA