​​​​​​​Li Dêrazorê kevneşopa zibareyê hê jî zindî ye

Şêniyên Dêrazorê bi dilxwazî û li ber stranên gelêrî yên herêma Firatê di dema çinîna ceh de alîkariya hev dikin û tevî dasên xwe diçin palehiya ceh dikin.

​​​​​​​Li Dêrazorê kevneşopa zibareyê hê jî zindî ye
22 gulan, 2023   07:26
DÊRAZOR – FATME EL EBID – ÎMÊLÎ EL SELÛM

Bi hatina dema çinînê re, cotkarên Dêrazorê dest bi karên komî dikin û jin û mêr pev re bi dasên xwe diçin palehiya ceh. Ev kar kenveşopeke herêmê ye ku heta niha zindî ye.

Bi erebî ji vê piştgiriyê re dibêjin “fezaa” (bi hawara hev de çûn) ku berginda wê ya bi kurdî ‘zibare’ ye. Şênî kom bi kom alîkariya hev dikin, bi dasên xwe palehiya ceh dikin. Şêniyên Dêrazorê bi van kevneşopan, barên hev sivik dikin.

Di vî karî de, her cotkarek tevî zarokên xwe diçe palehiya zeviya cotkarekî din. Piştî bidawîkirina çinînê, berhem tê komkirin, ev gav jî bi navê "qomar" tê navandin anku komên biçûk ên berhemê tên komkirin, wan koman datînin ser hev û komeke mezin çêdikin. Piştre jî patoz kayê û ceh ji hev cuda dike.

Ajansa me xebatên cotkarên Dêrazorê şopandin. Cotkaran jî destnîşan kir ku îsal baran baş bû û di encamê de mewsim li gorî salên borî baştir e.

Cotkarê bi navê Ehmed El Mihemed ê ji rojhilatê Dêrazorê got: "Em her sal koman ava dikin û bi dasên xwe diçin palehiyê. Em her 2 rojan di zeviyeke endamên koma xwe de dixebitin, em rojane jî ji 20 heta 30 donim diçinin."

El Mihemed wiha domand: "Tevî ku karê komî têkiliyên civakî yên herêmê xurttir dike, bi vê hejmarê, dikarin rûberên mezintir jî biçinin. Em di herêma xwe de navê "fezaa" li wî karê komî dikin. Ew jî ji çand û kevneşopa me ye ku em alîkariya her kesekî hewcedarê alîkariyê dikin."

Jinên herêmê jî tev li vî karî dibin. Ebîr El Salih got: "Em jî tevî hevjîn û zarokên xwe dixebitin û em tu carî bi wextê jî hîs nakin û em nawestin. Ji ber ku em wextê xwe bi axaftin û gotina stranên gekêrî wekî strana Mîcarîh derbas dikin "

Yazî El Ehmed got: "Berî mewsima çinînê em amûrên palehiyê amade dikin û wan tûj dikin."

Yazî El Ehmed destnîşan kir ku ew ji berbangê heta êvarê palehiyê dikin û got: "Tiştê balkêş di vî karî de ew e ku her malbatek bi endamek yan jî du endamên xwe ji bo alîkariyê dişînin."

Pirî caran cotkar genim û ceh li kesên ku alîkariya wan kirine belav dikin ku ev jî wek spasiyekê ye û bi navê "parvekirina mewsimê" tê naskirin.

(mh/şx)

ANHA