​​​​​​​Artêşa Iraqê rêya Mexmûrê girt

Artêşa Iraqê ji 20’ê mehê ve nahêle tu kes bikeve wargehê yan jî jê derkeve.

​​​​​​​Artêşa Iraqê rêya Mexmûrê girt
22 gulan, 2023   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 20’ê mehê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bike. Bi wê re rê jî li ser xelkê wargehê girt.

Iraqê ji 20’ê mehê ve nexweşên giran jî di nav de, nahêle tu kes bikeve nava wargehê an jî jê derkeve. Zêdetirî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê li wargehê dijîn.

Piraniya wan zarok in û gelek nexweşên giran di wargehê de hene û rojane pêwîstiya wan bi çûna nexweşxaneyê heye.

PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danîbû ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe bajarên din ên Başûrê Kurdistanê. Ji ber girtina rê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nikarin biçin nexweşxaneyê. Tê diyarkirin ku ji ber vê yekê gelek zarokan jiyana xwe ji dest daye.