18 projeyên ziftkirina rêyan û sererastkirina torên kanalîzasyonê û avê yên Qamişlo

Şaredariya Gel a Qamişlo, plansaziya havînê, projeyên ku dê pêk bîne eşkere kir. Şaredariyê bang li şêniyan kir ku pê re hevkar bin.

18 projeyên ziftkirina rêyan û sererastkirina torên kanalîzasyonê û avê yên Qamişlo
22 gulan, 2023   06:24
QAMIŞLO-XALID ETÊ

Şaredariya Gel a Qamişlo, ji bo pêşxistina xizmetguzariya li herêmê plansazî amade dike. Li rex xebatên rojane, ziftkirina rêyan û kolanan, sererastkirin û firehkirina torên avê, kanalîzasyonê ji xebatên herî girîng ên şaredariyê ne.

Şaredarî beriya ku plansaziya xwe ya salane ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ve erê bike, bi şênî û komînan re civiya. Di wan civînan de gel ji bo pêşxistina rola xwe di pêşxistina xizmetguzariyê de, pêşniyar û nêrînên xwe parve kirin.

Ji bo havînê, li gorî plansaziya şaredariyê, xebatên ziftkirina rêyan û kolanan, sererastkirina torên kanalîzasyonê û firehkirina torên avê hene.

PROJE

Li gorî endamê rêveber ê Nivîsgeha Nirxandinan a Şaredariya Gel a Qamişlo Hesen Hisên, sala borî gelek proje bi dawî nebûn û got: “Plansaziya me hazir e û werşe dê di çend rojan de dest bi karê xwe bikin. Îsal, 18 projeyên ziftikirinê hene. Jê 16 proje dê li taxên bajêr û 2 li gundan be. Dê torên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 3 hezar û 100 metre werin dirêjkirin, 50 ragar bên bicihkirin. Her wiha dê hin kolan bi kevir û bermahiyan bê sererastkirin.”

VEQETANDINA 10 HEZAR Û 410 METREKAB ZIFT JI BO RÊYAN

Li gorî plansaziya şaredariyê, ji bo ziftkirina kolanan 10 hezar û 410 metrekab qîr hatiye veqetandin. Dê kolanên li taxa Kornîş bi 800 metrekab, taxa xerbî bi 550 metrekab, Hîlaliye bi 700 metrekab, Meyselûn bi 400 metrekab, Aşûriye bi 500 metrekab, Zêtûniye bi 700 metrekab, Qidûrbeg bi hezar metrekab, taxa Tay bi 500 metrekab, taxa El Sewra bi 350 metrekab, taxa Suryan bi 500 metrekab, Eleya bi 590 metrekab, Cimaya bi 350 metrekab, taxa Cûdî bi 850 metrekab, rêya di navbera gundên Hîmo û Navgirê Mezin bi 370 metrekab, gundê Nemetlî bi 500 metrekab, taxa Enteriye bi 700 metrekab, taxa Cirnik bi 450 metrekab û taxa Helko bi 600 metrekab bên ziftkirin.

SERERATKIRINA RÊYAN BI KEVIRÊ ŞIKESTÎ Û BERMAHIYAN

Wê kolanên taxên Cimaya bi 700 metrekab, Hîlaliye bi hezar metrekab, kembera Hîmo bi 2 hezar û 100 metrekab, Um El Fursan bi 2 hezar û 100 metrekab, taxa El Tay bi 200 metrekab, hin kolanên taxa Cûdî bi hezar û 500 metrekab bi kevirê şikestî û bermahiyan werin sererastkirin.

FIREHKIRINA TORÊN AVÊ

Di çarçoveya xebatên xizmetguzariyê de, Daîreya Avê ya Qamişlo dê gelek projeyan li dar bixe. Di nav de firehkirina torên avê li taxa Cûdî-Qenaya Siwês bi dirêjahiya 168 metre, sererastkirina tora avê li gundê Tenûriye, firehkirina tora avê li taxa Hîlaliye bi dirêjahiya hezar û 70 metre û li taxa Xerbî bi dirêjahiya 516 metre, dirêjkirina boriyên avê li rojavayê têketina bajêr bi dirêjahiya 2 hezar û 400 metreyan, peydakirina kehrebeya berdewam ji bo 13 bîran, kirîna 5 sahrîcan ji bo avê ji bajêr re peyda bikin. 

KANALÎZASYON

Li gorî endamê rêveber ê Nivîsgeha Nirxandinan a Şaredariya Gel a Qamişlo Hesen Hisên şaredarî plan dike ku li taxên Çimaya, gundê Nemetlî, taxa Xerbî, Elaya, Wista, gundê Navgir, boriyên 30-40 cemtîmetrî û bi dirêjahiya 3 hezar û 100 metreyan bi cih bike.

Hisên wiha domand: “Piştî bidawîkirina xebatên sererastkirina van toran, dê ji sedî 80`ê torên kanalîzasyonê yên bajêr, baş bibin. Dê pirsgirêkên li wan taxan bi taybet li gundê Navgir bi dawî bibin.”

Hisên bang li şêniyan kir ku bi werşe û komîteyên şaredariyê re hevkar bin û got: “Gereke xelkê herêmên ku dê kolanên wan bên ziftkirin, destpêkê pirsgirêkên kanalîzasyonê û dirêjkirina torên avê yên xwe sererast bikin.”

(şx)

ANHA