​​​​​​​Şêniyên Minbicê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e

Şêniyên Minbicê diyar kirin ku dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker nahêlin fikrê Rêber Abdullah Ocalan di nava gelên Rojhilata Navîn de belav bibin û hewl didin ku nakokî û aloziyan di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi afrînin. Lê şêniyan li hember van siyasetan teqezî bi berxwedanê kir ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest dikeve.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e
21 gulan, 2023   23:38
MINBIC-ŞÎRÎN SERXAN

Bertekên li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin.

/kr/uploads/files/2023/05/21/191926_-.webp

Têkildarî mijarê şêniyên Minbicê teqezî bi destxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Şêniyê bi navê Munîr El Ewed got: “Komplo li dijî rêber û ronakbîrê navneteweyî Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên mêtînger ve di serî dewleta Tirk a dagirker li dar ket. Wan armanc kir ku gelên Rojhilata Navîn parçe bikin.”

El Ewed wiha domand: “Fikrê Rêber Abdullah Ocalan, navneteweyî ye, biratiya gelan û jiyana hevbeş bingeha wê ye. Armanca wan dewletan a yekemîn û dawîn, têkbirina vî fikrî ye. Lê bi tecrîdkirina Rêbertî nikarin bigihêjin armanca xwe ji ber ku ew li seranserî cîhanê belav bûye.”

El Ewed destnîşan kir ku dê rêya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bi domînin, azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin û fikrê wî di nava cîhanê de belav bikin.

/kr/uploads/files/2023/05/21/191857_-_1_.webp

Welatiya bi navê Buseyne El Hesen got: “Dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û bi vê kiryarê re qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike. Lê dê berxwedana me berdewam bike heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulllah Ocalan bi dest bixin. Em dev ji projeya neteweya demokratîk jî bernadin.”

/kr/uploads/files/2023/05/21/191912_-.webp

Welatiyê bi navê Fewaz El Hemîdî jî destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst ên sponserên terorê û mêtingeriyê, ji tecrîdê armanc dikin nakokî û aloziya li Rojhilata Navîn belav bikin.

El Hemîdî banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir, ji ber ku li gorî wî, azadiya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya gelan e.

(dm/şx)

ANHA