ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-5-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-5-2023
21 gulan, 2023   23:00

Welatiyên Minbicê diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn e û got, ew ê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nûnerê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Îbrahîm El Selac hikumeta Bexdayê wek berpirsa êrişên li dijî Kampa Mexmûrê nîşan da û bang li NY'ê kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike û got: "Daxwazên Tirkiyeyê li ser xaka Iraqê tên pêkanîn." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef Fehed diyar kir ku armanca lidarxistina sempozyûma şêwekariyê  pêşxistina hunerê ye û piştgiriya şêwekaran e. (BI WÊNE Û DÎMEN)P

isporên Ereb diyar kir ku hewldanên Ereban dikarin di avakirina diyalogên avaker de alîkariyê bikin, da ku çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê pêk bînin û dewletên Ereban dikarin roleke aktîf di peydakirina desteka mirovî û aborî de ji bo gelê Sûriyeyê bilîzin. (BI WÊNE)

Di çarçoveya xebatekê bi navê “Li hewarê çû” anku “Fezaa” de, şêniyên Dêrazorê bi dildarî,hevgirtin, hezkirin û li ber stranên kevin ên herêma Firatê, tevî dasê xwe diçin paleya ceh dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo projeyên hilweşandina avahiyên zirardîtî û yên metirsîdar, mazota depokirî xerc dike ku ji bo xebatên paqijiyê û xebitandina firine û nexweşxaneyê veqetandibû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a Qamişlo, plansaziya havînê, projeyên ku dê pêk bîne eşkere kir. Şaredariyê bang li şêniyan kir ku pê re hevkar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî ya Sûriyeyê, rêbazên pêşxistina wê panelek li rojavayê Dêrazorê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrazorê bi merasîmekê şehîdên meha Gulanê li goristana şehîdan a bajarokê Ebû Hemam bi bîr tîne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê têkildarî hawîrdorê û parastina wê panelek li navenda Yekitiya Ciwanên Şoreşger li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina hewldanên artêşa Iraqê ku Kampa Mexmûrê dorpêç û têl bike, şêniyên Hesekê xwepêşdanekê li dar dixein seat di 10:00`an de. Di heman çarçoveyê de şêniyên Qamişloyê xwepêşdanek li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG`ê Ehmed Xelef Omer li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye yê kantona Hesekê oxir dikin saet di 16:30`an de. Her wiha şêniyên herêma Firatê cenazeyê şervanê QSD`ê Îsmaîl El Mihemed li goristana Şehîd Dîcle oxir dikin saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşdanek li navçeya Ehdas li dar dixin saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star kantona Efrîn û Şehbayê belavkirina belavokan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja sêyemîn de li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê, navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî didomîne. Saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA