'Hilbijartina Erdogan dê gefan li ewlehî û aştiya herêmê bixwe'

Lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê Mehmûd El Betakoşî diyar kir ku Erdogan di hilbijartinên heyî de li pêşberî rewşeke zehmet e, lê hewl da dengan bikire û muxalefetê tengav bike. Her wiha destnîşan kir ku jinûve hilbijartina Erdogan dê gefan li ewlehî û istiqrara herêmê bixwe.

'Hilbijartina Erdogan dê gefan li ewlehî û aştiya herêmê bixwe'
21 gulan, 2023   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku wekî serokê herî dîktator û nîjadperest tê wesifkirin, 20 sal e li ser desthilata Tirkiyeyê ye. Lê derfetên dûrxistina wî ji desthilatê hene.

14'ê Gulanê li Tirkiyeyê hilbijartinên parlamenterî û serokkomariyê li dar ketin. Hilbijartinên serokkomariyê ji bo tûra duyemîn man. Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê (YSK) encamên dawîn ên hilbijartina serokkomariyê ya 14’ê Gulanê weşandin. Li gorî wê, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,24, Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 45,07, Sînan Ogan jî ji sedî 5,28 deng girtin.

'ERDOGAN LI PÊŞBERÎ REWŞEKE ZEHMET E'

Têkildarî şansên namzetan ên serketina di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de, lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê Mehmûd El Betakoşî ji ajansa me re axivî. El Betakoşî got: "Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li pêşberî rewşeke zehmet e ku di 20 salên borî de mîna wê nedîtiye. Erdogan ji sedî 50 baweriya Tirkan bi xwe qezenc nekir, ji hejmara giştî ya dengan ji sedî 49 deng bi dest xist. Ji ber vê yekê hilbijartin ji bo tûra duyemîn ma ku dê 28'ê Gulanê pêk werin."

El Betakoşî bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û wiha nirxandinên xwe domandin: "Rewşa aborî, bilindbûna rêjeya enflasyonê û zêdebûna bêkariyê bandoreke mezin li piştgiriya gel a ji bo serokkomarê Tirkiyeyê dike, ji ber vê yekê cara yekemîn di dîroka xwe ya siyasî de di serketina di hilbijartinên serokatiyê de bi ser neket."

Mehmûd El Betakoşî paşdeketina Erdogan spart van sedeman: "Di dema dawîn de rewşa debarê ya beşeke mezin a welatiyên Tirk xirab bû. Pispor û şîrovekar destwerdana Erdogan di siyaseta aborî de wekî sedema vê yekê nîşan didin. Di encamê de pereyê Tirk têk çûn û rêjeya xizaniyê zêde bû."

El Betakoşî diyar kir ku siyaseta aborî û civakî ya ku serokkomarê Tirk dimeşand ji bo wê wekî rêya xilasiyê ye û wiha dom kir: “Di anketên beriya hilbijartinên serokkomariyê de Erdogan li paş bû, lê wê yekê alîgirên wî zêdetir kirin. Ya herî sereke jî bilindkirina mûçeyan bû.”

Têkildarî tîfaqa 6 partiyên muxalif di hilbijartinan de li dijî Erdogan Mehmûd El Betakoşî got: "Tu carî partî mîna vê carê nebûne yek. Muxalefan, şaştiyê ku serokê Tirk ji dema hewldeana darbeya binkeftî ya Tîrmeha 2016'an û guhertina pergala rêveberiyê li şûna parlamentoyê bi pergala serokatiyê dîtin. Ruxmî vê yekê Erdogan dikare bi zîrekiya xwe ya siyasî ya ku di 20 salên borî de girtiye, vê ezmûna zehmet derbas bike û bi vê yekê wê karibe di dawiyê de di hilbijartinan de bi serketinê qezenc bike."

'EGER ERDOGAN BI SERKEVE DÊ KIRYARÊN XWE BIDOMÎNE'

El Betakoşî bi domdarî got: "Eger serokê AKP'ê bi serkeve, dê Enqere destwerdanên xwe li kar û barên welatên derdorê, bi taybetî Sûriye, Iraq û Lîbyayê bidomîne. Erdogan van welatan wekî mîrasa pêşniyên xwe dibîne. Di encama vê yekê de dê aloziya aborî ya Tirkiyeyê kûrtir bibe, ji ber ku siyasetên derve yên Erdogan bûdceyeke mezin dixwaze, her wiha dê têkiliyên wî bi civata navneteweyî re xirabtir bibin."

El Betakoşî bi domdarî got: "Eger Erdogan careke din bi serkeve, dê rewşa ne aştiyane û ne şer a di navbera Tirkiye, Yekitiya Ewropa û DYA'yê de dewam bike û sedema vê yekê spart 3 xalan: ''Yekemîn: Ji ber ku siyasetên wî dijber in û di gelek cihan de nêzî Rûsyayê ye. Erdogan pergala asîmanî ya S-400 a Rûsyayê kirî. Lê nehiştin ku balafirên F-35 yên pêşketî yên Amerîkayê werbigire.

Duyemîn: Washington dê li gorî qanûna têkoşîna dijî hevrikên DYA'yê cezayan li ser desteya herî mezin a pêşxistina çêkirina pergalên parastinê yên Tirkiyeyê dewam bike. Ji wê zêdetir nakokiyên têkildarî xêzkirina sînorê Deryaya Spî zêde dibin. Ev nakokî jî gefan li xeyalê Erdogan ê tevlêbûna li Yekitiya Ewropayê dixwe.

Sêyemîn: Erdogan dê rola xwe ya hevseng di şerê Rûsya-Ukranyayê de bidomîne bêyî ku xwe aliyekî li ser hesabê aliyên digire. Her wiha wê hewl bide têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi Moskova re baş bike, ji ber ku Tirkiye bingehek ji nû ve hinardekirinê pêk tîne,  dibe ku rê bide Rûsiya ku cezayên aborî binpê bike û xwe bigihîne bazarên derve. Dibe ku Washington cezayê duyemîn li Eqnereyê bibire, lê di encamê de dê ziyan bighêje gelê Tirk.''

PINPÊKIRINÊN DI HILBIJARTINAN DE

Hatibû diyarkirin ku di tûra yekemîn a hilbijartinan de binpêkirin ji aliyê desthilata Tirk de hatin kirin, li ser vê yekê lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê Mehmûd El Betakoşî got: "Bê guman propogandaya hilbijartinan alîgirê Erdogan û AKP'ê bû. Ev yek dê bandoreke neyinî li pakbûna proseya hilbijartinan bike. Divê wekhevî di navbera hemû namzetan de hebe. Lê rejîma Tirk di dema propagendaya hilbijartinan de hewl dida muxalifan tengav bike. Ev hemû xwedî bandor in, dibe bandora ya herî biçûk li diyarkirina vebijêrka welatiyên Tirk be, dibe ku welatî neçar bimîne ku dengê xwe bide Erdogan û partiya wî û bi vê yekê dibe ku serketinê di hilbijartinên 28'ê Gulanê de bidest bixe "

 (bb)

ANHA