​​​​​​​RJAK`ê xwest artêşa Iraqê ji Mexmûrê derkeve

RJAK`ê êriş û zextên artêşa Iraqê yên li dijî Mexmûrê şermezar kir û xwest ku artêşa Iraqê ji Mexmûrê vekişe.

​​​​​​​RJAK`ê xwest artêşa Iraqê ji Mexmûrê derkeve
21 gulan, 2023   06:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 20’ê Gulanê de artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî, hêzên taybet, polîs û têlan dora kampa Mexmûrê girtin. Gelê li hemberî van hewldanan 2 roj in di nava berxwedanê de ye û nahêle ku waregeh were dorpêçkirin.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

RJAK’ê got, “Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê nikarin vîna gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bişkînin. Ji ber vê jî niha rêbazên dijmirovahî diceribînin. Ev êrîş nîşaneya têkçûna hêzên dagirker e. Gelê Kurd bi çanda berxwedan û vîna azad ava bûye.”

RJAK'ê diyar kir ku ew bi gelê Mexmûrê re ne û got, "Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku artêşa Iraqê vekişe.”

(c)