​​​​​​​2'yemîn Mîhrîcana Şehîd Hogir bi dawî bû

2'yemîn Mîhrîcana Xwendekaran a Şehîd Hogid bi dawî bû. Mîhrîcan bi dirûşma "Bi çand û werzîşê em ê xebata xwendinê dîrokî bikin" li dar ket. Mîhrîcan 2 rojan dom kir û bi xelatkirina bi dehan tîmên werzîşê, stranan û şanoyê bi dawî bû.

20 gulan, 2023   18:49
​​​​​​​QAMIŞLO

Bi dirûşma "Bi çand û werzîşê em ê xebata xwendinê dîrokî bikin" Tevgera Xwendekarên Demokratîk 2'yemîn Mîhrîcana Şehîd Hogir li hola şehîd Xelal Munzir a yarîgeha şehîd Heysem Kenco ya Qamişlo li dar xist.

Di roja yekê ya mîhrîcanê de 14 tîmên futbolê, 6 tîmên volîbolê, ping pongê, 26 lîstikvanên kişikê û 12 bazder beşdar bûn, her wiha bi dehan tabloyên hunerî yên ku ji aliyê xwendekaran ve hatine xêzkirin hatin pêşandan.

Mîhrîcan 2 rojan dom kir û tê de xwendekar û malbatên wan beşdar bûn. Di destpêka roja diduyê de bi navê hevseroketiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk Narîn Helawî bixêrhatina beşdaran kir û got: "Ciwan çarenûsa gelan û pêşeroja wan diyar dikin, hêviya me jî bi ciwanan bilind e ku em pergaleke demokratîk ava bikin. Armanc ji vê mîhrîcanê ew e ku em şehîd Hogir û fedakariya wî ya ji bo gelê xwe bi bîr bînin."

Piştre, lîstikên şanoyê ji aliyê Yekitiya Xwndekarên Demokratîk ve hatin pêşkêşkirin. Koma şanoyê ya yekitiyê lîstikek bi navê "Kurdistan" pêşkêş kir, ku tê de bal kişand ser rastiya Kurdistanê û êriş û zehmetiyên li dijî wê. Her wiha koma şanoyê ya xwendekarên Tirbespiyê lîstikek bi navê "Zimanê Kurdî" pêşkêş kir û tê de bal kişand ser rastiya gelê Kurd ê li 4 parçeyên Kurdistanê û qedexekirina zimanê Kurdî li wan parçeyan û rêbazên parastina zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

Piştre, komên govendê yên şehîd Rêwan û Nûbihar a Navenda Çand û Hunerê ya Tirbespiyê govend pêşanda.

Her wiha, 2 komên xwendekaran hatin damezirandin ku pirsên zanistî yên der barê Kurdistanê, serhildanên wê, dema parçekirina wê, jina yekemîn a ku tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye, damezirînerê tîpên Kurdî yên Latînî û yekemîn zanîngeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersivandin.

Piştre, xwendekaran huner û helbestên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya mîhrîcanê de beşdar hatin xelatkirin.

(mh/şx)

ANHA