KNK: Piştgiriya xelkê Mexmûrê erkeke neteweyî û mirovî ye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî hewldanên dorpêçêkirin û têlkirina Kampa Mexmûrê ji aliyê Artêşa Iraqê ve daxuyaniyek da û bang li gelê Kurd ê welatparêz, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan û rewşenbîran dike ku alîkariya gelê Wargeha Mexmûrê bikin

KNK: Piştgiriya xelkê Mexmûrê erkeke neteweyî û mirovî ye
20 gulan, 2023   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Iraqê ji danê siharê ve bi dehan wesayîtên zirxê, çek, polîs, hêzên taybet û têlan hewl dide derdora wargeha Mexmûrê dorpêç bike. Xelkê wargehê jî li dijî wan hewldanan li ber xwe dide.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî mijarê daxuyaniyeke niviskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hikûmeta Iraqê bi zext û fişarên dewleta Tirk, hewl dide ku Kampa Mexmûrê bi têlbendkirinê asteng bike. Akinciyên vê kampê beriya 30 salan ji ber êrişên dewleta Tirk û şewitandina gund û malên wan koçî başûr û kampê bûn. Niha nêzî 11 hezar kes tê de dijîn û hemû jî xelkên sivîl in. Kamp di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Xelkê kampê penaberên siyasî ne û ne dîlên şer in. Astengkirin û destgîrkirina wan li dijî hemû prensîbên mafên mirovan û mafên penaberan e. Ev kiryar ne tenê pirsgirêkan çareser nake, belkî pirsê aloztir dike û dibe sedema encamên xerab.

Bi salan e gelê wargehê li benda alîkarî, xizmetguzarî û çareserkirina pirsgirêkan e. Lê tevî ku Tirkiye kemp û xelkê wê daye bin fişarên xwe yên leşkerî, aborî, siyasî, civakî û astengkirina xizmetguzariyê de û bi balafirên şer êriş wan dike. Serbarê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya (KDP)ê kamp dorpêç kiriye. Ya rast pêwîst bû ku dawî li kiryarên wiha nemirovane bîne, berovajî wê zêdetir dorpêç û fişaran li ser kampa Mexmûrê berdewam dike û niha hikumeta Îraqê jî bi heman karên nemirovî yên li hember kampê fişaran dike.

Ev ne cara yekê ye ku hikûmeta Iraqê hewleke wiha dike. Berê jî hewldanên wiha kiribûn. Lê akinciyên kampê ew hewl têk birin û hikûmeta Iraqê neçar kirin ku paşde vekişe. Vê carê jî xelkê kampê û gelê dilsoz û niştimanperwerê Kurdistanê rê nadin ku komployeke wiha li ser xelkê bêguneh bête kirin û wek dîl û zîndanî bên dîtin.

Em vê kiryara hikûmet û dewleta Iraqê bi tundî şermezar dikin. Em bang li dewleta Iraqê dikin ku nekeve bin fişar û komployên dewleta Tirk. Li şûna astengkirin û destgîrkirina mirovan, divê alîkariya wan bike û erk û rêbazên qanûnî yên parastina penaberan bi cih bîne. Em bang li rayedarên Herêma Kurdistanê dikin ku dorpêç û fişarên li ser kampa Mexmûrê rawestînin û êdî pêşî li hebûn, çûn û hatin û jiyana wan negirin.

Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin, ku erka xwe ya rast bi cih bîne, yasa û rêsayên penaberên Kampa Mexmûrê peyrew bike û kampê ji van binpêkirinan biparêze.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li gelê Kurd ê welatparêz, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan û rewşenbîran dike ku alîkariya gelê Wargeha Mexmûrê bikin. Êdî nehêlin di bin van fişar û zulmê de bin. Divê êdî ew neyên astengkirin û weke dîlên şer serederî pê re bê kirin. 

Akincîyên Kampa Mexmûrê ji her kesî helwesteke neteweyî û mirovî hêvî dikin.”