Navê "Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê" hat guhertin

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê navê xwe guhert û kir Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê. Însiyatîfê destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan sûcekî dermirovî ye û divê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî asta têkoşînê bê bilindkirin.

Navê "Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê" hat guhertin
Navê "Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê" hat guhertin
20 gulan, 2023   15:55
REQA

Civîn li hola Yekitiya Parêzeran a Reqayê hat lidarxistin. Di civînê de endamên Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û endamên Yekitiya Parêzeran a Reqayê, kesayetên hiqûqî ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Desteya Giştî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan beşdar bûn.

Di serî de endamê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêzer Mihemed El Niêmî rapora Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan xwend û destnîşan kir ku desteyê di 14'ê Sibata 2021'an de anku weka gel bi nav kiriye Roj Reş hatiye damezirandin û got: "Deste bi daxuyaniyeke fermî hat ragihandin ku li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya Qamişlo hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku deste ji parêzerên ku li hemû yekitiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine tomarkirin, pêk tê."

Her wiha di civînê de plansaziya xebatên parêzeran a 2021 heta 2023'yan ên der barê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de hat nîqaşkirin.

Piştre deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin, ku parêzer Ebdullah Eryan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û redkirina daxwazên hevdîtina bi wî re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û teqezî bi girîngiya damezirandina nivîsgeha mafên mirovan a Abdullah Ocalan da.

Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Roşîn Hido jî axivî û got: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan sûcekî dermirovî ye û divê ji bo eşkerekirina rewşa wî ya tenduristiyê heldanên navneteweyî bê zêdekirin û têkiliya bi CPT'ê re jî bê xurtkirin."

Piştre, endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xalid Omer li ser girîngiya hevgirtina parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Di dawiya civînê de navê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hat guhertin û bû "Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê" ku navenda wê li Qamişlo ye. Di civînê de 6 endamên ragihandinê, têkiliyan û lêkolîna hiqûqî hatin hilbijartin.

(mh/şx)

ANHA