Bi wêneyan hestên xwe yên bêrîkirina îfade dikin

Mihemed Mistefa (10) û Ruksana Cafer (12) bi wêneyên ku xêz dikin, hestên xwe yên bêrîkirina warê xwe Efrîn îfade dikin.

Bi wêneyan hestên xwe yên bêrîkirina îfade dikin
Bi wêneyan hestên xwe yên bêrîkirina îfade dikin
Bi wêneyan hestên xwe yên bêrîkirina îfade dikin
Bi wêneyan hestên xwe yên bêrîkirina îfade dikin
Bi wêneyan hestên xwe yên bêrîkirina îfade dikin
Bi wêneyan hestên xwe yên bêrîkirina îfade dikin
Bi wêneyan hestên xwe yên bêrîkirina îfade dikin
19 gulan, 2023   06:54
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Zarokên bi navên Mihemed Mistefa û Rûksana Cafer ên bi malbatên xwe re ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê koçî Helebê bûne, warê ji bîr nekirin û bi wênexêzan hastên xwe yên bêrîkirinê îfade dikin.

Mihemed Mistefa (10) ji gundê Senûrî yê navçeya Şiyê ya Efrînê ye.  Mihemed destpêkê li ser lênûsên xwişk û birayên xwe xêz dikin û bi piştevaniya bavê xwe hewl dide vê behreyê pêş bixe.

Bavê Mihemed Mistefa ji bo ku kurê wî baş fêrî hunera wênexêziyê bibe û pêş bikeve  wî şand navenda Tevgera Hîlala Zêrîn.  Mihemed hefteyê 2 caran perwerde li navendê dibîne ku pêk tîne.

Mihemed bi rengên avî wêneyan xêz dike, lê bikaranîna cûreyên din ên rengan ji bo ne zehmet e.

Mihemed diyar kir ku xeyalê wî di pêşxistina behreya wênexêziyê li gel xwe de sînordar namîne, lê di heman demê de dixwaze cîhanê bi bajarê xwe bide nasîn. Mihemed got: "Dixwazim di pêşerojê de bibim parêzer. Ji bo behreya xwe jî dixwazin derbasî qonaxa hostatî û profesyoneliyê bibim da ku hunera min çîroka Efrîn, zarok û xwezayê wê vebêje. Ji ber ku bajarê min bi xwezaya xwe ya bedew cuda ye, ez di wêneyên xwe de detayên xwezayê nîşan didim."

Rûksana Cafer a 12 salî ji gundê Hec Xelîl ê navçeya Raco ye, ji hezkiriyên wênexêziyê ye û hewl dide vê behreyê li cem xwe pêş bixe.

Rûksana bi rengên text dest bi wênexêziyê kir, lê piştî tev li Navenda Hîlala Zêrîn bû dikare hemû cûreyên rengan bi kar bîne.

Rûksana kesayetên kartonî, dar, kulîlk û xaniyên biçûk xêz dike. Di tabloyeke xwe de dareke zeytûnê li beramberî pençereya xaniyekî kevin xêz kiriye. Li ser vê tabloyê wiha got: "Em nikarin serdana gundê xwe bikin, lê bi rêya vê wêneyê ku dar û xaneyên wê dişibihin yên gundên me, em hestên xwe yê bêrîkirinê îfade dikin."

(bb)

ANHA