​​​​​​​Eger Erdogan bê hilbijartin wê wiha bikin: Em ê Heleb, xeta Suriye-Iraqê bigirin

Wezîrê Navxweyî yê desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê Suleyman Soylu, îdîa kir ku Helep sînorê wan ê Misakî Millî ye, ew ê mafê welatîbûnê bidin kesên li vir û xeta Suriye-Iraqê bigirin.

​​​​​​​Eger Erdogan bê hilbijartin wê wiha bikin: Em ê Heleb, xeta Suriye-Iraqê bigirin
19 gulan, 2023   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Suleyman Soylu ku beşdarî bernameya televîzyonek Tirkiyeyê bû, planên xwe yên qirêj dubare vegotin. Soylu careke din nîşan da ku hemû hedefa wan tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û ew ê ji bo vê yekê tevbigerin. Ji gotinên Soylu zelaltir tê fêmkirin ku AKP wê propagandaya xwe ya hilbijartinên tura duyemîn ên Serokomariyê bi vî rengî bimeşînin.

Soylu her wiha planên xwe yên li ser herêmên Suriye û Rêveberiya Xweser jî careke din anîn ziman û got ku ewê êrîşî herêmê bikin.

Li gorî Soylu bajarê Helebê di nava sînorê wan ê Misakî Millî de ye, lewma Tirkiye alîgir nîn e ku dewleta Suriyeyê mafê welatîbûnê bide şêniyên wê, lê Tirkiye wê bide. Soylu heman tişt ji bo herêmên Iraqê jî gotin.

Soylu planên xwe yên qirêj û hedefa xwe ya piştî hilbijartinê bi van gotinan anî ziman: “Me 553 hezarû 335 birayên xwe yên Suriyeyî paşve şandin herêmên bi ewle. Piraniya penaberên Suriyeyî ji bajarê Helebê tên. Heleb sînorê me yê Misakî Milî ye, ev însanên me ne. Komara Tirkiyeyê her tim li dijî derketiye ku Tirkûmanên li Suriye û Iraqê bikin welatiyên wan welatan. Tirkiye ev yek wekî polîtîkayek meşandiye. Pêvajo veguheriye astek wisa ku em êdî wan dikin hemwelatî. Ew birayên me ne. Em ê xeta Suriye-Iraqê paqij bikin, ji Amerîka û terorîstan re nahêlin.”

ANHA