Lûtkeya erebî rojeva rojnameyên erebî ye

Lûtkeya erebî ya li Cedayê ku cara yekemîn e piştî 12 salan dê Esed jî beşdarê dibe, bû rojeva rojnameyên erebî yên îro bû.

Lûtkeya erebî rojeva rojnameyên erebî ye
19 gulan, 2023   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset, lûtkeya erebî ku dê îro li Cedayê were lidarxistin wekî ′lûtkeya pireyan′ wesif kir û wiha nivîsand: "Îro li Cedayê lûtkeya erebî ya 32′yan tê lidarxistin. Tê destnîşankirin ku dê di vê lûtkeyê de, pirên têkiliyan hem di navbera Ereban bi xwe, hem têkiliyên wan bi hêzên herêmî yên cîran mîna Tirkiye û Îranê re, hem jî yên bi DYA, Rûsya û Çînê re bên vekirin.

Gelên herêma Rojhilata Navîn û dewletên mezin ên têkildarî girîngiyeke mezin didin vê lûtkeyê, lê tiştê ku girîngiya wê zêdetir dike ew e ku -li gorî agahiyan- dê kesayetên berz û mijarên herî germ jî tê de werin nîqaşkirin.

Nûnerê navneteweyî ya taybet bi Sûriyeyê Geir Pedersen ji Şerq El Ewset re bal kişand ser “însiyatîfa erebî” bi Şamê re û da zanîn ku girîng e ev însiyatîf li gorî rêgeha Moskovê (ku Rûsya, Îran, Tirkiye, Sûriye di nav de ne) be û li gorî helwesta Amerîka û Ewropayê be.

Pedersen got ku Sûriye di ′kêliyeke çarenûsî′ re derbas dibe û divê Şam vê derfetê bi kar bîne û ber bi çareseriyê ve bikeve tevgerê. Pedersen destnîşan kir ku hemû dewlet destekê didin nêzîkatiya “gav li hember gavê”.

′VEGERA ESED LI KOMKARA EREBÎ NÎŞANEYA QELSBÛNA ROLA QETERÊ LI HERÊMÊ YE′

Rojnameya El Ereb jî têkildarî mijarê wiha nivîsî: "Pêşwazîkirina serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji aliyê Komkara Erebî ve nîşan dide ku hewldanên Qeterê yên xurtbûna li Rojhilata Navîn bi bin ketine.

Vê mehê Qeterê dijberiya xwe ya li hember însiyatîfa Erebistana Siûdî ya ji bo vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî paş de kişand û got ew li dijî vegerandina têkiliyên bi Şamê re ye, lê ew ne li dijî biryara giştî ya erebî ye.

Analîzvan dibêjin ku guhertina helwesta Dohayê ya têkildarî Sûriyeyê nîşan dide ku xwe ji siyaseta xwe ya derve ya herêmî paşde kişandiye.”

′LÛTKEYA CEDAYÊ: QONAXEKE NÛ YA XEBATA EREBÎ YA HEVBEŞ′

Li aliyekî din jî rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Çavkaniyên siyasî eşkere kirin ku dê di lûtkeya li Cedayê de 32 pêşnûma bên nîqaşkirin, ew pêşnûma têkildarî doza Filistînê, rewşa Xeza û Dîfa Xerbiyê û krîza Sûdanê ne.

Bi vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî re dosyaya pirsgirêka Sûriyeyê jî li kêleka dosyaya jinû ve avakirinê, dê rojevek girîng a lûkteyê be.

Her wiha dê dosyaya Lubnanê, bi taybet valahiya serokatiyê, rewşa aborî li welat, rewşa peanberên sûriyeyî û filistînî, rewşa Yemen, Somalya û Lîbyayê jî mijarên nîqaşê bin.”

(fr/c)