Şehîd Hevrîn Xalef hêjayî xelata ‘Giglio d’oro’ hate dîtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Toscana yê Dario Nardella û Meclisa Bajêr di 15’ê Gulanê de Xelata ‘Giglio d’oro’ diyarî şehîd Hevrîn Xalef kir.

Şehîd Hevrîn Xalef hêjayî xelata ‘Giglio d’oro’ hate dîtin
16 gulan, 2023   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Toscana yê Dario Nardella ya Îtalyayê bi tevlîbûna Komîteya Kurd a Toscana, Buroya Enformasyonê ya Roma, Heyva Sor a Kurdistanê ya Îtalyayê, Enternasiyonalîstên Îtalyê, dostên Kurdan, Rêxistinên Mirovî û Serbixwe, Komîteyên Arcî û Ampfî bernameya bîranîn û xelatdayînê hate lidarxistin. Xelata ‘Giglio d’oro’ piştî 10 sal cara yekemîn bi biryara Meclisa Bajêr û Serokê Şaredariya Toscanê, ji bo şehîd Hevrîn Xalef hate dayîn. Hevrîn Xalef ku bi nasnameya xwe ya jin di qada siyaseta Kurd de bi awayek çalak cih girt û sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bû di 12’ê Cotmeha 2019’an de bi awayekî hovanê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hate qetilkirin, hêjayî xelatê hate dîtin.

Xelata ‘Giglio d’oro’ ku tê wateya kûlîlka sembola Floransayê, radestî xwişk û xwarziyê şehîd Hevrîn Xalef hate kirin.

Li ser girîngiya şevê, kesayeta leheng a Hevrîn Xalef û Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan ji cîhanê re bûye mînak axaftin hatin kirin.