​​​​​​​Li Şehbayê Konferansa Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan dest pê kir

1.konferansa Yekitiya Cotkaran Sewalvanan ya kantona Efrîn û Şehbayê bi diruşma "Bi keda cotkaran em aboriya azad pêk bînin" dest pê kir.

​​​​​​​Li Şehbayê Konferansa Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan dest pê kir
16 gulan, 2023   11:30
ŞEHBA

Bi sponseriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 1.konferansa Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan Kantona Efrîn û Şehbayê bi diruşma "Bi keda cotkaran em ê aboriya azad pêk bînin" dest pê kir. Di konferansê de bi dehan cotkar, nûnerên sazî û yekitiyên sivîl ên li kantonê beşdar bûn.

Konferans bi avakirina dîwana rêvebirina konferansê dest pê kir.

Piştre hevserokê Yekitiya Cotkaran Sewalvanana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûredîn Ebdullah axaftina destpêkê kir û got di demekê de welat di krîzeke aborî ya mezin re derbas dibe çandinî û sewalvanî piştgiriyeke bingehîn ji aborî û pêşxistina wê re ye. Ebdullah geşedanên li welat rû didin û bandora êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî nirxand.

Ebdullah destnîşan kir ku divê cotkar û karkerên qada çandiniyê de xwe bi rêxistin bikin, da ku rêgeza xwetêrkirinê di civakê de bi pêş bikeve.

Di konferansê de dê rêziknameya yekitiyê were nîqaşkirin û erêkirin. Di dawiyê de dê hevserokên yekitiyê werin hilbijartin.

(fr)

ANHA