Li Reqayê  2 operasyonên QSD: Çeteyek hat kuştin, 4 hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk li Reqayê 2 operasyon pêk anîn. Di encamê de çeteyek hat kuştin û 4 çete hatin girtin.

Li Reqayê  2 operasyonên QSD: Çeteyek hat kuştin, 4 hatin girtin
16 gulan, 2023   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Reqayê 2 operasyon li dijî şaneyên DAIŞ'ê li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin û 4 çete girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

''Yekîneyên Antîteror (YAT) yên girêdyaî hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk bi beşdarbûna Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Dijî Terorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG) di nava 2 rojan de 2 operasyonên ewlehiyê li bajarê Reqayê pêk anîn. Di encamê de 4 terorîstên rêxistina DAIŞ'ê hatin girtin û 1 hat kuştin."

Operasyona yekemîn 13'ê vê Gulanê hat lidarxistin. Piştî komkirina tevahî agahiyên zelal ên îstîxbaratî, YAT'ê şaneyeke rêxistina terorîst a DAIŞ'ê li bajarokê Kerama yê gundewarê rojhilat ê Reqayê kir armanc. Ev şane tevgera rêxistina şaneyên DAIŞ'ê di navbera Reqa û Hesekê de hêsan dikir. Her wiha hewl da girtî û malbatên DAIŞ'î yên li kampa Holê ber bi Serêkaniyê û Girê Spî ve yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, birevîne.

Di operasyonê de, endamên şaneyê hatin dorpêçkirin û bang li wan hat kirin ku xwe radest bikin. Terorîstekî şaneyê hewl da bireve û gule avêt. Hêzên me neçar ma ku bersivê bidin û şer derket. Di encamê de terorîstê bi navê Feysel Elî El Xelef hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Operasyona duyemîn di 14'ê Gulanê de pêk hat. Yekîneyên me yên şerker operasyoneke daketina jî asîmanî li bajarê Reqayê li dar xist û şaneyeke çalak a rêxistina DAIŞ a terorîst kir hedef. Ev şane planên operasyonên terorî li dijî herêmên me danîbû. Ya herî dawîn hewla êrişa xwekujî ya li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê bû. Di encama vê operasyonê de 3 terorîst hatin girtin. Hêzên me miqdareke alavên leşkerî û teknîkî, di nav de çek û telefonên destan desteser kirin."

(bb)