‘Çi sandoqa tê de dengê wê kêm bin, AKP îtîrazê lê dike’

Rayedarên opozîsyona Tirkiyeyê diyar kir ku AKP sandoqên ku dengê wê û yên Erdogan tê de kêm in, îtîrazê li encaman dike û hewl dide encaman manîpule bike.

‘Çi sandoqa tê de dengê wê kêm bin, AKP îtîrazê lê dike’
14 gulan, 2023   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û yê Enqereyê Mansur Yavaş ên endamên partiya opozîsyonê ya Tirkiyeyê CHP’ê, derketin pêşberî rojnamevanan û têkildarî encamên dawîn ên hilbijartinan ên berdest, agahî dan.

Îmamoglu got: "Piştî vê demê em bang li hemû saziyan dikin ku daneyên rast eşkere bikin. Mafê kesî nîn e ku gelê me bixapîne û manîpule bike. Em niha li pêş in. Bi îtirazan hewl didin pêşî li zêdebûna dengên me bigirin. Stratejiyeke bi vî rengî tê meşandin."

Her wiha Mansur Yavas jî encamên li ber destê wan eşkere kirin. Li gorî vê rêjeyên dengê namzetên serokkomariyê wiha ne:

Kemal Kiliçdaroglu: ji sedî 47,42

Recep Tayyîp Erdogan: ji sedî 46.80

Sînan Ogan: ji sedî 5,33

REUTERS: KILIÇDAROGLU LI PÊŞ E

Reutersê jî agahiyên xwe spartên endamên opozîsyona Tirkiyeyê û ragihand ku Kemal Kiliçdaroglu li hember Erdogan li pêş e.