Li gundê Fîsê Partiya Çepên Kesk ji sedî 95’ê dengan wegirt

Li gundê Fîsê yê Amedê ji 184 dengdêran 175’an dengen xwe dan Partiya Çepên Kesk.

Li gundê Fîsê Partiya Çepên Kesk ji sedî 95’ê dengan wegirt
14 gulan, 2023   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji herêmên ku encama sindoqên wan tê meraqkirin jî gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê ye ku di 27'ê Mijdara 1978'an de PKK'ê kongreya xwe ya yekemîn lê li dar xist.

Li Fîsê 184 hilbijêr çûn ser sindoqê. Ji 284 dengdêran 175’an deng da Partiya Çepên Kesk û 3'yan da AKP’ê, yekî da CHP’ê û yekî jî da BBP’ê.

Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglu 175 û namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhûrê Recep Tayyîp Erdogan jî 5 deng girtin. Namzetê Tifaqa Atayê Sînan Ogan jî rayek girt û Muharrem Înce jî rayek girt.

Li gundê Fîsê ji xeynî peywirdar û hin leşkeran kesî deng neda AKP'ê.