Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê, di çarçoveya hemleya “Jin, jiyan azadî em dê azadiyê bi dest bixin” de ya ji bo piştgiriya serhildana jinan li Îranê û belavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêşangeha wêne û pirtûkan li dar xist.

Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqayê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
14 gulan, 2023   16:06
TEBQA

Pêşangeh li parka Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê, bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partî, tevgerên ciwanan, nivîsgeh û komîteyên jinan li dar ket.

di serî de, endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Aya Silêman axivî û got : “Şoreşa jinan, şoreşa azadî, exlaq, bedewî û rûmetê ye.”

Aya diyar kir ku wan çalakiya xwe ji bo piştgiriya serhildana jinan li Îranê û ji bo ku dengê xwe ragihînin cîhanê ku hemleya wan a belavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam e, li dar xistiye.

/ar/uploads/files/2023/05/14/134241_ayh-alslyman.webp

Aya destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bawer dike ku jin dikare civakê bi rêveber bibe ji ber wê divê jin, zanabûn û serhildana li hember zulmê û koletiyê belav bike.

Piştî bidawîbûna axaftinan beşdaran di nava pêşangehê de geriyan.

Hemleya “Jin, jiyan, azadî em dê azadiyê bi dest bixin” ji bo piştgiriya serhildana jinan a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û belavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, berdewam e.

(şx)

ANHA