Hevserokê HDP’ê banga parastina sindoqan kir

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li ser hesabê xwe ya Twitterê peyamek parve kir û got “Ji vê saetê û pê ve em ê sindoq û dengan biparêzin. Xwedî li girtekên îmzekirî û tûrikên dengan derkevin.”

Hevserokê HDP’ê banga parastina sindoqan kir
14 gulan, 2023   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, piştî bidawîbûna dengdayîna di hilbijartinên li Tirkiyeyê de, li ser hesabê xwe ya Twitterê peyamek parve kir.

Mîthat Sancar di peyama xwe de wiha got: “Hevalên hêja, di vê rêya ku em ji bo veguherîna demokratîk û aştiyeke mayînde derketinê, karekî me tenê ma. Ji vê saetê û pê ve em ê sindoq û dengan biparêzin, xwedî li girtekên îmzekirî û tûrikên dengan derkevin. Em ê teqez bi ser bikevin! Em ê bi hev re biguherînin!”