Jinên Efrîn û Şehbayê: Sûcê tecawizê berhema zîhniyeta faşîst e

Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star li kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina sûcên tecawizkirina 2 zarokan ji hêla serçeteyên komên dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê ya dagirkirî xwepêşandanek li dar xist.

Jinên Efrîn û Şehbayê: Sûcê tecawizê berhema zîhniyeta faşîst e
Jinên Efrîn û Şehbayê: Sûcê tecawizê berhema zîhniyeta faşîst e
Jinên Efrîn û Şehbayê: Sûcê tecawizê berhema zîhniyeta faşîst e
Jinên Efrîn û Şehbayê: Sûcê tecawizê berhema zîhniyeta faşîst e
Jinên Efrîn û Şehbayê: Sûcê tecawizê berhema zîhniyeta faşîst e
Jinên Efrîn û Şehbayê: Sûcê tecawizê berhema zîhniyeta faşîst e
Jinên Efrîn û Şehbayê: Sûcê tecawizê berhema zîhniyeta faşîst e
12 gulan, 2023   10:52
ŞEHBA

Bi sedan endamên Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan li navçeya Fafînê kom bûn û beşdarî xwepêşandana li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan li Efrîna dagirkirî, bûn.

Beşdaran pankartên "Na ji sûcên tecawizkirinê re” û “Na ji qetilkirina zarokatiyê re" hildan.

Meşê ji pêş meclisa navçeya Fafînê dest pê kir û ber bi dibistana ajokariyê ve çû.

Li qada dibistanê, li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Zên Henan axivî û tecawizkirina zarokan li Efrîna dagirkirî şermezar kir.

Zên Henan got sûcê tecawizkirina zarokan li Efrînê ne tenê bûyerekî ferdî ji hêla serçeteyên dewleta Tirk a dagirker ve ye, lê belê nûnertiya zîhniyeta wê li dijî jinên azad dike. Zên bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî şermezar kir.

Her wiha endama rêveber a Kongra Star Necah Hisên li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got ew di radeya yekemîn de li dijî jinan in. Necahê diyar kir ku bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re dest bi guhartina demografiya herêmê hate kirin, jin hatin qetilkirin û revandin.

Necah destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya van sûcên li dijî mirovahî û kevirên Efrîna dagirkirî derbe li tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî da.

Necah Hisên di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî, navneteweyî û rêxistinên jinan kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên Efrînê bînin.

(fr)