​​​​​​​Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
12 gulan, 2023   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Malbatan bi rêya serdozgeriyê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî da.

Di daxuyaniya 2'ê Gulanê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de hatibû gotin "Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan wergirin."