'Beyannameya çareseriyê li gorî hêmanên nîştimanî ye'

Di panela li bajarê Hesekê de hat diyarkirin ku beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser li gorî hêmanên nîştimanî yên projeya demokratîk e.

'Beyannameya çareseriyê li gorî hêmanên nîştimanî ye'
'Beyannameya çareseriyê li gorî hêmanên nîştimanî ye'
'Beyannameya çareseriyê li gorî hêmanên nîştimanî ye'
'Beyannameya çareseriyê li gorî hêmanên nîştimanî ye'
'Beyannameya çareseriyê li gorî hêmanên nîştimanî ye'
11 gulan, 2023   13:11
HESEKÊ

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li kantona Hesekê têkildarî beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek li dar xist.

Di panelê de bi dehan nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl ên Hesekê beşdar bûn.

Endamê Komîteya Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulfetah Fatimê 9 bendên beyannameyê şîrove kirin û wiha got: "Beyannameya Rêveberiya Xweser teqeziyê li ser yekitî û aştiya xaka Sûriyeyê dide. Rêveberiya Xweser bi rêya wê bang dike mafên rewa yên hemû pêkhateyan Sûriyeyekê werin misogerkirin, dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê danîn, têkoşîna li dijî terorê bê dewamkirin, dewlemendiyên herêmê bi awayekî adilane were parvekirin, edaleta civakî pêk bê û penaber vegerin."

Fatimê bal kişand ser dengvedana beyannameyê û bertekên erênî yên aliyên siyasî, aliyên destwerdanê li krîza Sûriyeyê dikin û ya hikumeta Şamê û wiha domand: "Hikumeta Şamê dîlgirtiyê hêzên derve ye. Ev beyanname ji bo bidawîkirina şer, derfeteke dîrokî ye. Çareserkirina krîza Sûriyeyê li gorî diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî ji gelê Sûriyeyê re ewlehî û îstîqrarê pêk tîne."

Beşdaran jî derbarê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman. Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ezher El Ehmed got: "Ev beyanname li gorî hêmanên sabit ên nîştimanî ya projeya demokratîk e.”

El Ehmed diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser hevseng e û armanca wê avakirina pêşerojeke nû ji bo Sûriyeyê ye û got ku xwemezindîtina hin aliyan û eger nakokî neyên derbaskirin, şaşiyeke mezin e û dibe ku welat ber bi karesatekê ve bibe.

Nûnera Partiya Kesk a Sûrî Şêrîn Ebas jî got: "Beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo krîza Sûriyeyê çareserî ye. Divê hikumeta Şamê û hemû hêzên neteweyî yên demokratîk bersivê bidinê. Ji ber ku kilîtên herî girîng ên çareya siyasî ya aştiyane ji bo dosyaya Sûriyeyê ye."

(fr)

ANHA