Nîjadperestên Tirk li Fransayê êrişî Partiya Çepên Kesk kir

Li bajarê Lyon ê Fransayê, komên nîjadperest ên AKP-MHP'ê êrişî hilbijêrên Partiya Çepên Kesk kir. Di encamê de 4 Kurd birîndar bûn. Tirkek jî hate destgîrkirin.

Nîjadperestên Tirk li Fransayê êrişî Partiya Çepên Kesk kir
11 gulan, 2023   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Çepên Kesk ragihand ku beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê gelek gef li muşahîtên partiyê û nûnerên wan hatin xwarin û diyar kir ku bi taybetî 'lastîkên wesayitan bi rêk û pêk hatin teqandin."

Roja Sêşemê komeke nîjadperestan êriş bir ser 4 hilbijêrên Kurd ku ji buroya hilbijartinê derdiketin û birîndar bûn.

Her çar Kurdên birîndar bûn rakirin servîsa lezgîn û gilî kirin. Midûriyeta Bajêr a Ewlekariya Cemaweriyê jî ji ber tundiya li ser cemaweriyê prosedur da destpêkirin. Hate ragihandin ku kesek jî ji ber teqandina lastîkên wesayitan hatiye destgîrkirin.

3'ê Nîsana 2021'ê komeke bi maske êriş biribû ser komeleyeke Kurdan.

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) daxuyaniyek weşand û bang li rayedarên Fransayê kir ku komeleyên Kurdan û endamên wan ên li Fransayê biparêzin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku eger rejîma Erdogan di vê hilbijartinê de têk biçe dê nîjadperest karibin êrişî komeleyên wan bikin.