`Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest nekeve em dê li qadan bin`

Beşdarên çalakiya girseyî ya Qamişlo destnîşan kir ku gelên herêmê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê li qadên têkoşînê bin.

`Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest nekeve em dê li qadan bin`
11 gulan, 2023   07:28
QAMIŞLO – XALID ETÊ

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ê ku ji 25 salan ve li Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dîl hatiye girtin, didome. Cara dawîn malbata Rêber Abdullah Ocalan di 25'ê Adara 2021'an de pê re axivibû. Ji bo şermezarkirina tecrîdê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û destekdayîna Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê di çalakiyeke girseyî de beşdar bûn.

Beşdaran ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.

Leyla Gulo: “Em ji vê çalakiya xwe dixwazin dirûşma Rojava berxwedana we silav dike, bigihînin berxwedana Îmraîl û Bakurê Kurdistanê. Em dê li qadan bin heta ku Rêbertî azad bibe. Ji ber ku azadiya wê azadiya mirovahî û jinan e. Bi xwedîderketina me li Rêbertî bê guman dê serkeftin para me be.”

Welatiya bi navê Hediye Mûsa jî got: "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, ji ber wê jî em soz didin xwe ku em heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bimînin, her wiha em ji vir de piştgiriya xwe ji Partiya Çepên Kesk re nîşan didin û bang li hemû welatparêz û azadîxwazan dikin ku dengê xwe bidinê."

Her wiha, Ebdulcebar El Cebûrî yê ji pêkhateya Ereb got: "Hemû pêkhateyên herêmê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bandor bûne, em hemî banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin, êdî em siyaseta tecrîdê û zilma Erdogan qebûl nakin."

El Cebûrî bang li pêkhateya Ereb a li Bakurê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got: "Bi çûyîna pergala faşîst re dê zilm û êriş jî bi dawî bibin û em dê demokrasî û azadiyê ji bo hemû gelan misoger bikin."

(mh/şx)

ANHA