Li Efrînê tecawîzkirina zarokeke din

Çavkaniyekî ji hundirê Efrîna dagirkirî diyar kir ku serçeteyekî koma dewleta Tirk a dagirker zarokeke 14 salî tecawîz kir. Ev sûca tecawîzkirinê di kêmtirî hefteyekê de ya duyemîn e.

Li Efrînê tecawîzkirina zarokeke din
Li Efrînê tecawîzkirina zarokeke din
Li Efrînê tecawîzkirina zarokeke din
11 gulan, 2023   06:48
ŞEHBA

Li gorî çavkanî ji ajansa me re eşkere kiriye, serçeteyê bi navê Selah Qasim (54) ê koma "Ceyş El Îslam" a dewleta Tirk a dagirker zarokeke 14 salî tecawîz kir.

Heman çavkanî destnîşan kir ku zaroka hatiye tecawîzkirin ji bajarê Helebê ye û tevî malbata xwe li Efrîna dagirkirî bi cih bûye.

Her wiha çavkanî got serçeteyê sûca tecawîzê kiriye ji taxa Berzê ya Şamê ye.

Li herêmên dagikriî di kêmtirî hefteyekê de 2 sûcên tecawîzkirinê li dijî 2 zarokan pêk hat. Serçeteyê koma Sultan Suleyman Şah (Emşat)  zarokeke 10 salî ji navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî di 6′yê Gulanê de tecawîz kir.

(fr)

ANHA