Mereh El Bîqaî: Divê dewletên Ereban mekanîzmayên xebatê eşkere bikin

Mereh El Bîqaî bang li dewletên Ereban kir ku ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê li gorî biryara NY’yê ya 2254′an mekanîzmayên xebatê çêkin, her wiha hemû sûriyeyî bi wan mekanîzmayan bizanin û desteyeke birêvebirina demkî ava bikin.

Mereh El Bîqaî: Divê dewletên Ereban mekanîzmayên xebatê eşkere bikin
11 gulan, 2023   04:36
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Wezîrên karên derve yên Ereban di civîna xwe ya awarte ya li Qahîreyê de ku 7′ê Gulanê li dar ket, di vegerandina Şamê li Komkara Erebî de bi ser ketin. Lê çavkaniyan got ev veger bi şert e.

Ev hewldan ruxmî îtîraza Amerîkayê, hevalbenên wê Siûdî, Misir û Urdinê bi rê ve birin û bêyî nakokiyên mezin pêk hat. Ev dewlet dibînin ku boykotkirina Şamê êdî bê sûd e. Ji bilî wê jî bandoreke neyînî li ser dewletên Ereban çêdikir. Ew yek bi rêya zêdebûna serweriya Îran, Tirkiye û Rûsyayê li Sûriyeyê bû.

Di civîneke çapemeniyê de wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî got Sûriye hîna di bin cezayên rojavayî de ye û vegerandina wê li Komkara Erebî destpêka xebatê ye û dê demdirêj û zehmet be û hevrikiyan bi dawî bike.

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt jî got vegerandina Sûriyeyê destpêka tevgerê ye û ji bo rêveçûna çareserkirina krîza Sûriyeyê gelek tedbir lazim in.

Rayedarekî urdinî jî got divê Sûriye cidiyeta xwe ji bo çareseriya siyasî eşkere bike. Ji ber ku dê ev yek bibe şertek ji bo zextkirinê û cezayên rojavayî werin rakirin. Ev gaveke girîng e û beriya dabînkirina fînansekirina tamîrkirinê ye.

Di biryara Komkara Erebî de hate gotin dê Urdin, Siûdî, Iraq, Lubnan, Misir û sekreterê giştî yê komkarê komîteyeke têkiliyên bi Şamê re ava bikin da ku çareyekê ji krîzê re bibînin.

‘MEKANÎZMAYÊN DIYAR MEYLÊN MISOGERIYÊ NE’

/kr/uploads/files/2023/05/10/201159_fsa.webp

Li ser mijarê siyasetmedara muxalîf û lêkolînera sûriyeyî Mereh El Bîqaî ji ajansa me re wiha axivî: "Biryara vegerandina rejîma Sûriyeyê li kursiya xwe ya li Komkara Erebî hate dayîn. Ev kursî ji zêdetirî 10 salan ve vala bû. Hikumetên Ereban tevî îtîraza hinan ev biryar da."

Têkildarî şerên Komkara Erebî ji bo vegerandina rejîma Şamê li komkarê ferz kirine, Mereh got pêdiviya wê bi mekanîzmayan heye. Bêyî van mekanîzmayan û garantiya pêkanîna wan tu şert nayên pêkanîn.

Mereh wiha got: "Komîte ji komkarê hate avakirin da ku vegerandina rejîmê bişopîne. Divê mekanîzmayên eşkere yên vê komîteyê hebin da ku ji gelê Sûriyeyê re çawaniya pêkanîna şertên komkarê danîne, eşkere bikin."

Mereh diyar kir ku wek şertê yekemîn û divê pêk were û dan û standina li ser wê nayê qebûlkirin; tevahî girtî werin berdan û divê ji bo vê yekê mekanîzmaya pêkanînê hebe û wiha domand: "Ew niha bi hin aliyên di nava komîteya Komkara Erebî de têkildar in, da ku gav bi gav pêk bê. Serbestberdana girtiyan jî gava yekemîn e."

Li ser alîkariya vegerandina Şamê li komkarê û girêdayî wê bi çareya siyasî re Mereh wiha pê de çû: “Çareya siyasî eşkere ye. Biryara NY’yê ya 2254′an jî eşkere ye. Divê derbasbûna siyasî li gorî bendên vê biryarê bin. Her tiştek li derveyî van bendan bi xwe re îstîqrar û ewlehiyeke mayînde ji bo vegerandina penaberan, temîrkirin, îstîqrara li herêmê û Sûriyeyê pêk nayne."

Mereh bang li aliyên têkildar kir ku îstîqrara li herêmê, vegerandina penaberan bi awayekî ewle û çareseriya siyasî li tevahî Sûriyeyê pêk bînin û biryara 2254′na pêk bînin; girtiyan serbest berdin, desteyeke birêvebirina demkî ava bikin.

′HELWESTÊN WASHINGTON Û MOSKOVÊ′

Têkildarî helwestên Amerîka û Rûsyayê Mereh wiha got: "Helwesta Washingtonê têkildarî normalîzekirina bi rejîma Esed re pir eşkere ye. Rêveberiya Amerîkayê li pêş vê normalîzekirinê nabe bend, lê nakeve nava vê xebatê. Anku Washington tu têkiliyan bi Beşar Esed re danayne. Ew xwedî biryarên tund ên têkildarî cezayên li dijî rejîma Sûriyeyê ye. Ev ceza jî qanûnên Amerîkayê ne û tu kes nikare jê bireve. Ji ber ku dikevin çarçoveya qanûna Amerîkayê û komeke qanûnên wezaretên Amerîkayê; mîna wezareta parastinê. Senatoya Amerîkayê dengê xwe li ser van cezayan daye û ketiye pratîkê."

Der barê helwesta Rûsyayê de jî Mereh El Bîqaî got Rûsya bi şerê xwe yê li Ukraynanyê ve mijûl e, çareya siyasî û rejîma Sûriyeyê ne xema wê ye û ji bo wê ne mijareke sereke ye.

(fr)

ANHA