Bangewaziyên yekitî û hevgirtinê ji bo têkbirina tecrîdê

Tevgerên ciwanan, ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga yekitî û hevgirtinê kir, da ku ji pêşketinên siyasî û leşkerî yên bi lez re bibin bersiv û j bo ku siyaseta dewleta Tirk a li li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

Bangewaziyên yekitî û hevgirtinê ji bo têkbirina tecrîdê
10 gulan, 2023   23:39
DÊRAZOR - ÊMLÎ EL SELOM

Li gel ku hilbijartinên dewleta Tirk nêzîk bûne, dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir kir û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastina yên Medyayê zêde kirin.

Yekitiya Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ev siyaset wekî hewldaneke desthilatdariya AKP'ê ye ku di propagandayên xwe yên hilbijartinên serokatî û parlamenotyê de bi kar bîne û sûdê jê bigire.

/kr/uploads/files/2023/05/10/201437_-.webp

Endamê Komîteya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Mihemed Elî diyar kir ku divê têkoşîna xwe dewam bikin û bibin yek da ku li hember siyasetên dewleta Tirk bisekinin. Mihemed Elî anî ziman ku ew dê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin bi yekdengî li ber xwe bidin û azadiya wî ya fîzîkî bidest bixin.

Elî wiha dewam kir: “Ji ber ku projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya demokratîk bi ser ketiye dewleta Tirk êrişên li dijî herêmê zêde dike. Her wiha armanc ji wan êrişan ew e ku vîna gelên herêmê bişkîne, lê belê ev yek pêk nayê.”

/kr/uploads/files/2023/05/10/201421_-.webp

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya rojavayê Dêrazorê Malik El Ewad anî ziman ku ew tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, red dikin, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan banga azadiya gelên bindest kir.

El Ewad got: "Em wek ciwanên rojavayê Dêrazorê dê hewldanên xwe zêde bikin, da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."

/kr/uploads/files/2023/05/10/201347_-.webp

Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a rojavayê Dêrazorê Suha El Seîd destnîşan kir ku ew ê hewldanên xwe zêde bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin. Her wiha bi navê jinên ciwan û ciwanên Şoreşger a Dêrazor û Bakur û Rojhilatê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi lez tev bigerin û tişta ku li girtîgeha Îmralî çêdibe, bişopînin.

Suha da zanîn ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bang li xelkê herêmê bikin da ku xwedî lê der kevin ji ber ku bi saya fikrê wî herêm ji terorê rizgar bû.

/kr/uploads/files/2023/05/10/201401_-.webp

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya rojavayê Dêrazorê Elî Xalid bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hember doza Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Rêxistinên mafên mirovan tu daxuyanî der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de neda.”

Xalid di dawiyê de wiha got: "Em ji Erdogan re dibêjin, ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi vîna xwe bi ser keve û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixe."

(dm/şx)

ANHA