​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-5-2023
10 gulan, 2023   23:00

Tevgerên ciwanan, ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga yekitî û hevgirtinê kir, da ku ji pêşketinên siyasî û leşkerî yên bi lez re bibin bersiv û j bo ku siyaseta dewleta Tirk a li li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên koçber ên ji Efrînê diyar kir ku bêdengiya li hember sûcê tecawizkirina zarokekê ji hêla çeteyekî artêşa Tirk a dagirker ve, hevkarî ye. Jinan banga rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran û cezakirina çeteyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14`ê Gulanê yên li Tirkiyeyê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Nîsanê de 163 êrişên bejahî û hewayî pêk anîn, balafirên artêşa Tirk jî 675 caran qada hewayî ya herêmê derbas kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mereh El Bîqaî bang li dewletên Ereban kir ku ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê li gorî biryara NY’yê ya 2254′an mekanîzmayên xebatê çêkin, her wiha hemû sûriyeyî bi wan mekanîzmayan bizanin û desteyeke birêvebirina demkî ava bikin.

“Lo hevalno; min got dengek li ber guhê min tê/dengê şoreşger û şoreşvana/dengê axîn û nalîn û qêrînê/ev deng can û cîgera min dihelînê”. Şehîd Mizgîn bi van ristan bal kişandibû ser şoreşgerî û têkoşînê. Niha jî dengê awaza wê di guhê hemû şoreşger û gelan de ye.

-Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordînaya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn 2. Mîhrîcana Orkêş a Mûzîkê li dar dixe. Mîhîrcan li ser dika Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê saet 14:00′an li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Beşdarên çalakiya girseyî ya Qamişlo destnîşan kir ku gelên herêmê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê li qadên têkoşînê bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Her sal di vê rojê de em hunermenda Kurd a şoreşger Hozan Mizgîn (Gurber Aydin) bi bîr tînin. Navê Hozan Mizgîn di destpêka dema damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê de li 4 parçeyên Kurdistanê deng veda, ku bi dengê xwe yê xweş û stranên xwe yên şoreşgerî yên li ser Kurdistanê û xwezaya wê, jinan û şoreşgeran dihat naskirin. Her wiha wê bi rêya stranên xwe bal dikişand ser têkoşîna gelê Kurd û siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan.

Meclisa herêma Rojava ya Dêrazorê ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Kevana Zêrîn bi rasthatina salvegera şehadeta hozan Mizgîn li pêşiya navenda xwe ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê şahiyek li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Hesekê ji bo nîqaşkirina beyannameya Rêveberiya Xweser panelekê li hola Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li qada Şehîd Egîd ya Kobanê çalakiyekê li dar dixin saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA