2 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG’ê diyar kir gerîla li qada Sîdayê li artêşa Tirk a dagirker daye û di şer de 2 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

2 leşkerên Tirk hatin kuştin
10 gulan, 2023   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên dawîn daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Di 9’ê Gulanê de saet di 06:10 û 10:15’an de dagirkeran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê FM ya herêma Zapê kir, hêzên me ji bo xweparastinê li dagirkeran da.

Di 9’ê Gulanê de saet di 14:00 û 15:00’an de dagirkeran êrişî çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê kir, hêzên me ji bo xweparastinê li dagirkeran da û di vî şerî de 2 dagirker hatin kuştin.

Di 9’ê Gulanê de çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Di 8, 9 û 10’ê Gulanê de quntarên Girê Zengil ên Garê, derdora Dola Meranê û gundê Sêdarê 6 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 9 û 10’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê du caran bi helîkopterên êrişê, 9 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”