​​​​​​​KCK: PDK û Parastin ji aqûbeta Azîme Arsûn berpirsyar in

KCK'ê têkildarî Azîme Arsûn daxuyaniyek da û diyar kir ku "PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsyar in."

​​​​​​​KCK: PDK û Parastin ji aqûbeta Azîme Arsûn berpirsyar in
10 gulan, 2023   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê têkildarî revandina Azîme Arsûn daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em di demeke dîrokî ya girîng de ne ku faşîzma Erdogan li ber têkçûnê ye. Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ku sûcê qirkirinê li dijî gelê me kiriye, bi dijminên Kurdan û nokerên xwe hemûyan, heta kêliya dawî êriş dike. Berxwedana Rêber Apo, gelê me û gerîlayên azadiyê, rejîma faşîst aniye ber hilweşînê.

Di nava konjonktureke bi vî rengî de endama têkoşîna azadiyê ya gelê me hevala me Azîme Arsûn a nexweşa giran, li balafirgeha Hewlêrê hate destgîrkirin. Hevala me Azîme ku ji bo dermankirinê hewl dida biçe derveyî welat, li balafirgeha Hewlêrê hate rawestandin û hate destgîrkirin. Di demeke kurt de ji aliyê PDK-Parastinê ve hate revandin û ew birin cihekî nayê zanîn.

‘HEVRÊYA ME AZÎME JI ALIYÊ PARASTINÊ VE HATE REVANDIN’

Agahî têne belavkirin ku tê gotin hevala me hatiye destgîrkirin, ji aliyê Parastinê ve hatiye revandin û radestî MÎT’a dewleta Tirk hatiye kirin. Di vê mijarê de agahiyeke piştrastkirî li gel me nîn e. Lê belê agahiya piştrastkirî û misoger ew e ku hevrêya me Azîme ji aliyê Parastinê ve bêyî ku qeydeke wê bê çêkirin, hatiye revandin. Lewma rîsk heye ku hevala me ya bi nexweşiya giran a dil radestî dewleta Tirk bê kirin.

‘ŞERMEKE MEZIN E’

Şermeke gelekî mezin e ku PDK jineke Kurd a şoreşger bi vê rêbazê direvîne û ji bo têkiliyên qirêjî yên bi dewleta Tirk re hewl dide bi kar bîne. PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsyar in.

Li ser vê bingehê em bang li raya giştî ya Kurdistanê û rêxistinên jinan hemûyan dikin ku ji bo hînbûna aqûbeta hevala me Azîme Arsûn bikevin nava liv û tevgerê û nehêlin radestî dewleta Tirk bê kirin, ku ev yek dê bibe piştgiriyeke PDK'ê ya ji bo kampanya hilbijartinê ya Erdoganê faşîst."