Kombûna Jinan a Zenûbiya: Divê sûcên li Efrînê bi dawî bibin

Kombûna Jinan a Zenûbiya sûcê tecawizkirina zarokekê li Efrîna dagirkirî ji hêla serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan û parastina zarokan kir ku sûcdaran ceza bikin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Divê sûcên li Efrînê bi dawî bibin
10 gulan, 2023   09:25
TEBQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya têkildarî sûcê tecawizkirina zarokekê li Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi beşdariya gelek jinên bajêr, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekitiya Jinên Ciwan û Partiya Sûriya Pêşerojê hate dayîn.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Aya El Silêman daxuyanî xwend û got ji ber paşguhkirina cîhanê ji êşên gelê herêmê re sûcên herî hovane pêk tên.

Di daxuyaniya kombûnê de hate destnîşankirin ku çeteyên kujer ji bilî qetilkirin, xerabî û wêraniyê tu xema wan tune ye, heta zarokatiyê jî dikujin, lê cîhan bê deng e.

Kombûna Zenûbiya bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî şermezar kir û got li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê qanûnên mafên mirovan, qanûnên navneteweyî, protokol, peymanên mafên zarokan û mafên jinan nayên xebitandin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi awayekî cidî tev bigerin.

(fr)

ANHA