Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 2 gundên Amêdiyê bombebaran kirin.

Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
10 gulan, 2023   09:29
NAENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine standin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, gundên Guherz û Bilave yên ser bi Amêdiyê bombebaran kirine.

Lê tu agahiyên der barê windahî û ziyanan de bi dest neketin.