Bi deh hezaran kes ber bi qada mîtîngê ve diherikin

Bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê gihîştin Qamişloyê û ber bi qada mîtînga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk ve dimeşin.

Bi deh hezaran kes ber bi qada mîtîngê ve diherikin
10 gulan, 2023   08:39
QAMIŞLO

Ji sernaserê herêma Cizîrê bi hezaran kes ji bo beşdarî mîtînga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên 14`ê Gulanê yê Tirkiyeyê de bibin, vê sibehê ber bi bajarê Qamişloyê ve bi rê ketin.

Girseyên gel ên ji bajar û navçeyên kantona Hesekê hatine, li Kolana Mûnîr Hebîb a li naverasta Qamişloyê kom bûn û ber bi qada mîtîngê ve dimeşin.

Şêniyên ji bajar û navçeyên kantona Qamişlo jî hatine li nêzî Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê kom bûne û ber bi qadê ve diherikin.

Girseyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Partiya Çepên Kesk rakirine û dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bê serok jiyan nabe” berz dikin.

Li stadyûmê dê mîtîng bi dirûşema “Azadiya Rêber Apo misogeriya demokrasî û aştiya herêmê ye” were lidarxistin.

(c)

ANHA