​​​​​​​Li Şamê teqîn

Li navendeke polîsan a li paytexta Sûriyeyê Şamê teqîn pêk hat. Di teqînê de efserek û 4 leşker birîndar bûn.

​​​​​​​Li Şamê teqîn
10 gulan, 2023   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Berzê ya paytexta Sûriyeyê Şamê teqînek çêbû. Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê li gorî çavkaniyên polîsan ragihand ku li taxê erebeyek teqiyaye.

Wezareta Karên Hundir a hikumeta Şamê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand teqîn li navenda polîsan a li taxa Berzê ya Şamê pêk hatiye û di encamê de efserek û 4 leşker birîndar bûne.

Navneda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku li nêzî navendeke polîsan a li taxa Berzê ya Şamê teqînek pêk hatiye û ambulansan berê xwe daye cihê bûyerê.

(c)