Hîlala Zêrîn şehîd Mizgîn bi bîr anî

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn hunermend Gurbet Aydin (Mizgîn) bi bîr anî.

Hîlala Zêrîn şehîd Mizgîn bi bîr anî
10 gulan, 2023   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 31′emîn a şehadeta wê de (11`ê Gulanê), hunermenda şoreşger şehîd Mizgîn bi bîr anî.

Tevgerê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya xwe de hat gotin ku şehîd Mizgîn ji bo hevalên xwe çavkaniya îlhamê ye û wiha dom kir: “Mizgînê bi dengê xwe rastiya têkoşîna Kurdan a li hember dijminên aştiyê temsîl kir û bû dengê hemû jinên têkoşer û fedaî. Wê teslîmiyet qebûl nekir.”

Tevgerê destnîşan kir: “Dengê wê hîna di mejiyê me de ye. Em soz didin ku em ê rêya wê û têkoşîna li hember dijminên ku dixwazin çanda kurdî tune bikin, bidomînin.”

(fr/c)