Iraq û Sûriyeyê peymanek îmze kir

Wezîrên avê yên Iraq û Sûriyeyê têkildarî avê protokoleke teknîk a hevpar îmze kir.

Iraq û Sûriyeyê peymanek îmze kir
10 gulan, 2023   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku wezîrê çavkaniyên avê yê Iraqê Ewn Ziyab û wezîrê avê yê Sûriyeyê Temam Mihemed Raed protokola teknîk a hevbeş a li ser avê îmze kiriye.

Her wiha hat gotin wezîrê avê yê Iraqê Ewn Ziyab daxwaza berdewama hevkariyên hevbeş ji bo bidestxistina armancên hevbeş û mafên avê, her wiha têgihîştina zelal di birêvebirina çemê Firatê de kir.