​​​​​​​Rojnameyên erebî: Qeter êrişî Komkara Erebî dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa têkiliyên Şam-Siûdiyê, helwesta Qeterê ya li hember nêzîkbûna bi Şamê re û lihevkirina Siûdiyê-Îranê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Qeter êrişî Komkara Erebî dike
10 gulan, 2023   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Erebistana Siûdî ragihand ku karê şandeya wê ya dîplomasiyê ji nû ve li Sûriyeyê dest pê dike. Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî daxuyand ku ew yek di çarçoveya têkiliyên biratiyê yên her du welatan, pêşxistina xebata erebî ya hevbeş û pêşxistina ewlehî û îstîqrara herêmê de pêk tê.

Wezaretê eşkere kir ku ev biryara wan li gorî biryara ku di civîna Meclisa Wezaretên Karên Derve ya Dewletên Ereban de ya 7′ê Adarê ya têkildarî vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî, hatiye dayîn.

Wezîrê karên derve ya Siûdiyê mîr Feysel Bin Ferhan di 18′ê Nîsanê de serdana Şamê kir û ji aliyê serokê Sûriyeyê Beşar Esed ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de hewldanên çareseriya siyasî ji krîza Sûriyeyê re hatin nîqaşkirin.

Her du aliyan di hevdîtinê de gavên guncaw ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyeyê nîqaş kirin. Ji ber ku bi wê re bandorên krîzê tên bidawîkirin, berjewendiya neteweyî pêk tê û ji bo vegerandina Sûriyeyê li nava Ereban dibe alîkar."

‘OPOZÎSYONA SÛRIYEYÊ KU QETER PIŞTGIRIYA WÊ DIKE, ÊRIŞÎ KOMKARA EREBÎ DIKE’

Rojnameya El Ereb jî wiha nivîsî: “Nûnerê opozîsyona Sûriyeyê ya dijberî rejîma Beşar Esed roja sêşemê li Qeterê biryrara Komkara Erebî ya ji nû ve beşdarkirina şandeyên hikumeta Sûriyeyê di civînên xwe de wekî dayîna çiraya kesk ji bo hovîtiyeke zêdetir hesiband. Opozîsyonê ragihand ku ruxmî vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî ew têkiliyan bi Şamê re venagerîne.

Tê texmînkirin ku Qeter lezê nede vegerandina têkiliyên xwe yên bi rejîma Sûriyeyê re.

Ev geşedan di demekê de pêk tên ku gelek dewletên Ereban têkiliyên bi Şamê re vegerandin. Di heman demê de Tirkiye piştî salên dijberiyê hewl dide gavên bi heman rengî biavêje. Tê zanîn ku Enqere û Doha piştevanên sereke yên opozîsyona Sûriyeyê ne.”

‘EL BUXARÎ: LIHEVKIRINA SIÛDÎ-ÎRANÊ RASTÎ GELEK ASTENGIYAN TÊ’

Rojnameya El Cimhûriye jî wiha nivîsî: “Li gorî agahiyên ku ji hevdîtinên balyozê Siûdiyê Welîd El Buxarî bi hin kesayetên siyasî re hatine bidestxistin, El Buxarî di civînan de destnîşan kiriye ku lihevkirina Siûdî-Îranê dîrokî ye û dê guhertinê li herêmê çêke. El Buxarî diyar kir ku wekî wan pêşbîn kiriye, ev lihevkirin rastî gelek astengiyan tê, lê belê îradeya her du aliyan a derbaskirina wan astengiyan bê sînor e.